Operasyona Tirkiye û PDK’ê li Stenbolê hate protestokirin 2022-04-23 11:32:25   STENBOL - Operasyona ku Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin, li Stenbolê hate protestokirin. Di çalakiyê de welatiyan dirûşma “Bijî berxwedana gerîla” berz kirin.    Li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bertekên li dijî operasyona ku Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Herêma Federal a Kurdistanê daye destpêkirin her ku diçe zêdetir dibe. Gelek kesên ku şevê din bi pêşengtiya jinan hatin ba hev, li navçeyên cuda yên Stenbolê li dijî operasyonê çalakî li dar xistin.    ‘BIMRE ÎXANET’   Welatiyên ku ji taxên cuda hatine ba hev, li nava taxan meşiyan û dirûşm berz kirin. Di meşê de çepik lê xistin û dirûşmên “Bimre îxanet, “Bijî berxwedana gerîla”, “Na ji şer re şer a niha” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Çalakî heta demekî dirêj li kolanan berdewam kir.