HDP’ê di parastina xwe de yek bi yek hemû îdia bersivandin 2022-04-23 11:24:06 ENQERE - Ji parlamenterên hidûqnas ên HDP’ê Mehmet Rûştû Tiryakî diyar kir ku parastina xwe ya li dijî hîmên bingehîn ên doza girtinê de radestî AYM’ê kirine û ev parastin jî bi berpirsyartiya xwe ya li hemberî gel amade kirine. Tiryakî wiha got: “Heke AYM dozê betal bike, dê ji bo demokrasiya vî welatî gavekî baş be. Me yek bi yek bersiva hemû îdiayan da.”  Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û koma hiqûqê ya “Em HDP’ê diparêzin”, parastina xwe ya li dijî doza ji bo girtina partiyê hatiye vekirin amade kirin û di 19’ê nîsanê de dan Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM).    HDP’ê di pêşparastina xwe de cih da nirxandina polîtîk û îtîraza bingehîn a li dijî usûlê. HDP’ê, di parastina xwe ya li dijî hîmên bingehîn ên dozê de yek bi yek bersiv da hemû îdiayan.    Yek ji parlamenterên hiqûqnas ên HDP’ê Mehmet Rûştû Tiryakî ku di nava koma parastina HDP’ê amadekirî de cih digire, têkildarî parastina partiyê ajansa me re axivî. Tiryakî da zanîn ku AKP bi awayekî veşarî vê dozê diparêze û doz jî ji hêla şirîkên veşarî û diyar ên AKP’ê ve hatiye amadekirin.    ‘JI SEDÎ 85’Ê ÎDIANAMEYÊ JI DOSYAYÊN LÊPIRSÎN Û TEQÎBATÊ PÊK TÊ’    Tiryakî diyar kir ku ji sedî 85’ê îdianameyê, ji lêpirsîn û teqîbatên derheqê kesên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê û propagandayê” qedexeya siyasetê ji bo tê xwestin hatine destpêkirin pêk tê û wiha domand: “Lêpirsîn û teqîbatên ku derheqê kesên qedexeya siyasetê bo tê xwestin an jî di HDP’ê de rêveberî kirin de hatine destpêkirin danîne ser hev û veguherandine dozê. AYM’ê biryar da ku kesên qedexeya siyasetê bo tê xwestin dikarin parastina xwe bi nivîskî pêşkeş bikin. Lewma me nekarî derheqê her sûcdariyeke li hevalên me tên kirin bi kûr û dûr bersivê bidin. Lê di nava wan de mînakên pir ecêb hene û me jî bersiva wan da.”    'BIRYARÊN BERAETÊ JÎ BÛNE SEDEMA GIRTINÊ’   Bi domdarî Tiryakî destnîşan kir ku di îdianameyê de li gel kesên navên wan hatine tevlihevkirin, her wiha kesên ku lêpirsînên wan bi neşopandinê biencam bûyîn jî hene. Tiryakî, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo van kesan jî qedexeya siyastê dixwazin. Kesên ku derheqê wan de doz hatiye vekirin lê biryara beraetê hatiye dayîn jî hene. Ku AYM’ê piştre biryara ‘binpêkirina maf’ dabû. Lê weke ku tiştekî wiha nebûye tevdigerin û kirine sedema dozê. Serdozgeriyê digot; ‘HDP û PKK/KCK di hêla avadanî û fonksiyonî ve dişibin hev.’ Ji bo vê îdiaya xwe jî bi kar anîna têgehên weke ‘antî emperyalîzm’, ‘nûnertiya wekhev’, ‘hevserokatî’ û hwd. nîşan dane. Qala tiştekê din nekiriye. Tiştên ku dikare di rêznameya her partiyekê de cih bigirin weke sedema girtinê hesibandine. Ji bo aliyên fonksiyonel jî îfadeyên îtîrafkaran esas digirin. Gotinên weke ‘ez çûm HDP’ê û min çay vexwar’ û hwd. Me jî derheqê îfadeyên îtîrafkaran de nirxandinên hûr û kûr pêşkeş kirin.”    POLÎTÎKAYA RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ HATE VEGOTIN   Di berdewamê de Tiryakî got ku têkildarî îdiayên derheqê polîtîkaya rêveberiyên herêmî de jî bersiv dane û wiha pê de çû: “Di serî de hevserokatî, me bi hûr û kûr qala polîtîkaya xwe ya rêveberiyên herêmî kir. Ji sedî 99’ê tawanên li şaredariyan tên kirin ne derheqê şaredariyên HDP’ê de ne. Ev sûcdarî tevek jî li hevşaredarên DBP’î tên kirin. Ne ku dibêjim ev yek sûc in lewma qal dikim lê ji bo vegotina şêweyê amadekirina îdianameyê tînim ziman. Jin û pergala hevserokatiyê jî weke sedema sûc nirxandine. Me jî di parastina xwe de bi dûvdirêjî qala têkoşîna jinan a HDP’ê û dîroka wê kir. Tevahiya vê beşê ji hêla jinan ve hate amadekirin.”   'ME JI SERDOZGERIYÊ BÊHTIR LÊKOLÎN KIRIN’   Tiryakî da zanîn ku serdozgeriyê ev îdianame li ser maseyê amade kiriye û sedema wê jî wiha vegot: “Partiyên siyasî, hemû endamên partiyê û yên îstîfa dikin li gorî dîrokê ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind re dişînin. Hemû kongreyên xwe, dîrokên wan û endamên tê de hatine hilbijartin jê re dişînin. Lewma agahiyên nasnameyê û peywirên wan bi kar tîne. Di vê mijarê de lêkolînek nekiriye. Her wiha li ser UYAP’ê dizane bê ka derheqê kê de lêpirsîn heye yan jî doz. Lewma em dikarin bibêjin ji sedî 85’ê vê dozê li ser komputerê hatiye amadekirin. Yên din jî çend agahiyên ji dozên din in. Me ji Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind bêhtir lêkolîn kirin. Me xwe gihand rêveberên xwe, ji wan agahî girtin. Wan bi xwe jî xwe amadekirin û parastinên xwe dan AYM’ê. Her çend ku îdianameyeke derhiqûqî be jî, lê dîsa jî me ji ber berpirsyartiya xwe ya li hemberî gel ev parastin amade kir. Yek bi yek me bersiva hemû îdiayan da.”   'DESTHILATDARIYÊ JÎ NEKARÎ VÊ DOZÊ BIPARÊZE’   Parlamenter Tiryakî herî dawî jî ev tişt anî ziman: “Bingeheke vê dozê ya hiqûqî tune ye. Ne biryareke hevserokên giştî, ne jî yên PM û MYK’ê di îdianameyê de tune ye. Tevî ku biryareke sazûmanî ya HDP’ê di îdianameyê de tune ye jî lê dîsa jî serdozgerî dixwaze bigire. Ji bilî partiyeke nîjadperest, tu kes li pey vê dozê nîne. Heta desthilatdariyê jî nekarî vê dozê biparêze. Di demên berê de derheqê wan de jî doz hatibû vekirin û baş pê dizane ku me ew xwendine. Dizane ku heke biparêze dê di bin de bimîne. Lewma bi awayekî veşarî diparêze. Hêvîdarim AYM vê dozê betal bike û ji bo demokrasiyê Tirkiyeyê gavekî biavêje. Di îdianameyê de îdia dikin ku HDP’ê tundî parastiye. Lê berevajî vê, HDP her tim rastî tundiyê hatiye. Li gorî Qanûna Bingehîn a Tirkiyeyê heke partiyeke siyasî tundiyê biparêze ev yek sûc nîne lê DMME weke sedema girtinê dinirxîne. Yên ku li çar parçeyên Kurdistanê tundiyê diparêzin AKP-MHP, BBP û partiyên mîna wan in. Dê di hilbijartinê de diyar bibe bê ka li gorî gelan kîjan partî tundî û şer dixwaze û kî naxwaze.”    MA / Zemo Aggoz