Dayikên Aştiyê: Em ji ber wan fedî dikin, ji laçikên dayikan jî şerm nakin 2022-04-23 09:06:16 AMED - Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistanê dan û gotin: "Gere hemû kurd rabin ser pêyan. Em ji ber wan fedî dikin, hûn ne layiqî laçikên dayikan in."  Êrişên Tirkiyeyê yên nû yên li ser herêmên Avaşîn, Zap û Metîna yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê Nîsanê ve bênavber didomin. Di vî şerî de Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) rasterast piştgiriya Tirkiyeyê dike.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bang li PDK'ê kirin ku demildest dev ji vê şaşiyê berde.    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Afîfe Kartal, bertek nîşanî helwesta PDK'ê da û got: "Barzanî, tu bi kîjan heq û hiqûqê êrişî vî gelî dikî? Em bi hezaran caran wî şemrezar dikin. Me digot kurd bira ne, lê Barzanî ji bo Erdogan bû dijminê kurdan. Tu kes ji bo mifha xwe dev ji birayê xw ebernade. PDK, bi salan e ji bo berjwendiyên xwe, dibe sebeba mirina kurdan. Em vê zilma li ser gelê xwe qebûl nakin. Her roj bi şev 3-4 balafirên şer radibin. Ma qey tu qet nafikirî? Ma tu nabêjî bera welatê min didin? Bombe bi ser gelê te de dibare. Çawa bi şev xew dikeve çavê te?"    ‘GERE KURD RABIN SER PÊYAN'   Kartal di dema axaftina xwe de wiha axivî: "Kurd hemû gere rabin ser pêyan û Barzanî şermezar bikin. Biloa dev ji şirîkantiya xwe ya bi dewletê berde û daxilî nava vî şerî nebe. Çawa êriş li Rojava, Başûr û Şengalê hene, li girtîgehan jî hene. Bang li hemû cîhanê dikim; her kes divê li hember vê helwesta Barzanî rabe ser pêyan."    Dayika Aştiyê Emîne Denîz jî êriş şermezar kirin û wiha got: "Ev çend sal in di meha Remezanê de van balafirên şer radikin. Ji bo mifha xwe dikin. Ez van kesên di vê mehê de cenazeyan ji dayikan re dişînin, şermezar dikim. Bila kezeba dayikan neşewite. Gere di vê mehê de şer rawestin. Em şer qebûl nakin."    'JI DESTÊ KÊ ÇI TÊ GERE BIKE'   Denîz, destnîşan kir ku PDK di nava xiyaneteke gelek mezin de ye û got: "Dibêje ez kurd im, lê kurdan dikuje. Pir şerm e. Ez ji ber wan fedî dikim. Hûn ne layîqî vê laçika dayikan e. Ev xiyanetek gelekî mezin e. Kurdbûyîneke çawa bi te re heye ku tu radibî kurdan dikujî. Bi kîjan mafî? Tu dîn û ehlqa vê yekê qebûl nake. Kurd hemû divê mil bidin milê hev du û li hember van mirovên îxanetker rabin. Niha dem ne dema rûniştinê û bêdengiyê ye. Ji destê kê çi tê gere bike. Bila her kes li ber vî şerî rabe."    ‘EW Ê JÎ BIÇIN'   Necîme Yaşarer jî got: "Destê PDK'ê di xwîna kurdan de ye. PDK gelê xwe dixapîne. Em bombekirina erdnîgariya xwe û mirinê naxwazin. Em naxwazin bi qasî serê derziyê jî zirar bigihê tu perçeyeke axa me. PDK, xiyanetkar e. Lewma destê wan tim di xwîna kurdan de ye. Seddam Husên çawa çû, ew ê jî wiha biçin."    ‘GERE EM DENGÊ AŞTIYÊ BILIND BIKIN'   Yaşarer, destnîşan kir ku ew vê zilmê qebûl nakin û got: "Ji ber ku destê wan di xwîna hevalan de heye bi sedan car lanet li wan bibare. Kurd, hemû gere rabin ser pêyan. Gere vî tiştî qebûl nekin. Barzanî xwe xistiye nava xiyanetkarên û zalimên welatê xwe. Em divê bi hev re ji bo aştiyê dengê xwe bilind bikin."    ‘DAWÎ LI VÊ XIYANETÊ BÎNIN'   Sabîha Tamrîş jî ev tişt gotin: "Ev tişt di tu dîn, nijad û mezheban de nayê qebûlkirin û gere tu kes tiştekî wiha qebûl neke. Çi heqê wan li ser me heye. Dilê dayikên wan jî wekî yê me dişewite. Her cara ku xebera mirinê tê kezeba me dişewite. Bila dawî li vê xiyanetê bînin. Ev xixanet îro ro li me tê kirin, lê sibê wê li wan bê kirin. Çi hat serê Seddam, dê were serê vana jî."    ‘EM NEBIN YEK EM Ê HERIN YEK BI YEK'   Tamrîş, di dawiya axaftina xwe de jî wiha got: "Êdî bes e, bila bes xwînê birijînin. Bila ev zilm û xiyanet bi dawî bibe. Em mil bibin milê hev du û heq ji van êşan derkevin. Barzanî doza çi li zarokên me dike. Ev xiyanet dê ji te re nemîne, wê dawiya te jî were. Kurd gere rabin ser pêyan, hemû bi yek bin. Bila di her warî de bi yek bin. Em li dijî zaliman bi yek bibin û ji bo aştiyê bi dest hev bigirin. Ji lew re em nebin yek em ê herin yek bi yek."    MA / Eylem Akdag