ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2022'YAN 2022-04-23 09:00:35 * Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Başûrê Kurdistana dan û gotin: "Gere hemû kurd rabin ser pêyan. Em ji ber wan fedî dikin, hûn ne layiqî laçikên dayikan in."  * Welatiyên Amedê ji ber hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re bertek nîşanî malbata Barzanî dan û wiha gotin: “Ev şer ne tenê li dijî PKK’ê lê li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd e.”    * Li Semsûrê cotkarên ku dest mi haziriya çandina tûtinê kirine, diyar kirin ku hikûmet bi qanûna ku derxistiye pişta cotkaran şikandiye û xwestin dawî li kooperatîfvaniyê bê.    * Nûnerên ode, sendîka û partiyên siyasî yên li Wanê destnîşan kirin ku polîtîkaya derve ya desthilatê xizaniyê kûrtir kiriye û gotin, dê 1'ê Gulanê bi ruhekî dijberî şer pîroz bikin.    *  Me ji pirtûkxaneyan pirtûkên ku ji par ve herî zêde li Amedê hatine xwendin pirsîn. Li gorî daneyên pirtûkxaneyan, Amediyan di sala dawî de herî zêde pirtûkên lêkolînî, dîrokî û wêjeyî xwendine.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 411'emîn de berdewam bike.    * Bi beşdariya Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydenîz û nûnerên partiyên Tifaqa Kurdistanî dê têkildarî polîtîkayên şerên dawî li Kurdistanê rû dide li Cemiyeta Rojnamevanan a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Şaxên ÎHD'a Amedê û Êlihê û Xizmên Girtiyan dê çalakiyên bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin yên heftane li dar bixin. (12.00)   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 891'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Rêxistina DBP'ê ya Bajarê Wanê û Rêxistina HDP'ê ya Bajarê Mêrsînê dê têkildarî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê li avahiyên xwe civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)     * Rêveberên ÎHD û parêzvanên mafê mirovan dê li Stenbol, Enqere û Îzmîrê wek her hefteyê bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)   * MED TUHA-FED û TUHAY-DER dê bi armanca piştevaniya bi malbatên girtiyan re dê li eywanek dawetê ya li Peyasa Amedê xwarina fitarê bide. (19.00)