Di lêpirsîna malbata Şenyaşarê de ji malbata Yildiz 9 kes hatin binçavkirin 2022-04-22 17:42:44 RIHA - Di lêpirsîna derbarê komkujiya li hemberî malbata Şenyaşarê de, ji malbata Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz, 9 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan yek jê Celal Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz e.  Ji malbata Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ku xizmên wî û parêzvanên wî ji malbata Şenyaşar 3 kes kuştibûn û 2 kes birîndar kiribûn, 9 kes hatin binçavkirin. Ji van kesan Celal Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz e û Osman Şah Yildiz û Osman Yildiz jî biraziyên wî ne. Hat hînbûn ku navê van kesan di lêpirsînê de wekî kesên tiliya wan di komkujiyê de derbas dibin. Tê payin ku ev 9 kesên niha li Midûriyeta Polîsan a Rihayê, dê piştî îfadegirtinê sewqî edliyeyê bên kirin.   Hat diyarkirin ku di lêpirsînê de navê 43 kesan derbas dibe.    Di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û parazvanên Parlementerê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz di dema xebatên hilbijartinê de êriş biribûn ser kargeha malbata Şenyaşarê û birayên hev Celal, Adil, Fadil, Mehmet û Ferît Şenyaşar birîndar kiribûn. Paşê xizm û parêzvanên Yildiz li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê cardin êriş biribûn ser ferdên malbata Şenyaşarê û li vir Celal û Adil Şenyaşarê birîndar kuştibûn û bavê wan Haci Esvet Şenyaşar jî li ber çavê dêya wan Emîne Şenyaşarê lînc kiribûn û kuştibûn. Divê vê bûyerê de ji malbata Yildiz jî Mehmet Şah Yildiz miribû.   Piştî vê derbarê bûyerê de du dosye hatibûn amadekirin. Di dosyeya têkildarî kargehê de ji malbata Şenyaşarê 37 sal û 9 meh ceza li Fadil Şenyaşar hatibû birîn û ji malbata Yildiz jî tenê li Enver Yildiz 18 sal ceza hatibû birîn.