Danişîna yekemîn a HDP'iyên ku ji ber belavkirina belavokan tên darizandin hat dîtin 2022-04-22 16:33:08 MANÎSA - Yekemîn danşîna doza ku ji ber belavkirina belavokan a li bazar navçeya Tûrgûtlûyê li rêveberên HDP'ê hatibû vekirin, hat dîtin.  Rêveberên HDP'ê yên Bajar û Navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê, di 6'ê kanûna 2021'an de derbarê hevdîtinên budçeyê de li bazara navçeya Tûrgûtlûyê geriyabûn û belavok belav kiribûn. Ji ber belavkirina belavokan, bi angaşta "muxalefeta li qanûna meş, xwepêşandan û civînan" doz li HDP'iyan hatibû vekirin. Yekemîn danişîna doza HDP'iyan li 4'emîn Dadgeha Cezayê ya Esliyeyê ya Tûrgûtlûyê hat dîtin. Bersûcên dozê Endamê PM'a HDPê Saît Tayci, Hevserokê HDP'a Manîsayê Kerem Taylan, rêveberên HDP'a Tûrgûtlûyê Îshak Ebem, Meryem Temel, Mehmet Tayfan, Esat Sansak, Sevdîn Polat û rojnameger Îbrahîm Coşkûn û parêzerên wan li danişînê amade bûn. Ji ber ku ji dosyayeke din girtî ne Hevserokên HDP'a Tûrgûtlûyê Hayrî Boku û Naîle Gumuştaş jî ji girtîgeha lê girtî bi SEGBÎS'ê tevlî danişînê bûn.    PARÊZER Û SIYASETMEDARAN DAXWAZA BERAETÊ KIRIN   Di danişînê de parêzerê bersûcan Arîf Alî Cangê mafê axaftinê girt û diyar kir ku muwekîlên wî li ser hişyarkirina polisan ji hev belav bûne û daxwaza beraeta wan kir. Dadger vê daxwazê red kir.    Piştre Hevserokê HDP'ê Kerem Taylan, mafê axaftinê girt û diyar kir ku xebatên dikin ne sûc in û krîza aborî ya niha jî xebata wan a pê tên sûcdarkirin mafdar derxistiye.    Parêzer Îbrahîm Çoşkûn jî mafê axaftinê girt û destnîşan kir ku xebatên rojnamegeriyê dike û rexmî belavokan belav nekiriye jî tê darizandin û daxwaza beraeta xwe kir.    Bersûcên din jî di axaftinên xwe de dan zanîn ku xebatên siyasî kirine û nikarin weke sûc bên hesibandin û daxwaza beraeta xwe kirin.    Piştî parastina muwekîlên xwe Parêzer Cangi careke din mafê axaftinê girt û diyar kir ku bi vekirina dozê mafê wan hatiye binpêkirin û ji bo ku hê bêtir mafên wan neyên binpêkirin careke din daxwaza beraeta muwekîlên xwe kir.    DANIŞÎN TALOQÎ 14'Ê HEZÎRAN HAT KIRIN   Piştre dozger mafê axaftinê girt û ji bo amadekirina mutalaayê daxwaza dema zêde kir.      Heyeta dadgehê daxwaza dozger qebûl kir û danişînê taloqî 14'ê hezîranê kir.