Danişîna doza Arslan hat taloqkirin 2022-04-22 15:07:02   AMED - Danişîna doza Hevserokê Giştî yê DBP’ê yê berê Mehmet Arslan ê ji xebatên partiya xwe û lêpirsîna Komeleya Rosayê ya Jinan tê darizandin hat taloqkirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan ji ber xebatên partiya xwe, lêpirsîna derbarê Komeleya Rosa ya Jinan û tevlibûna bernameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” negirtî tê darizandin. Danişîna doza Arslan li Dadgeha Cezayê Girana Amedê ya 11’emîn pêk hat û Arslan bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bû. Parêzera wî Cemîle Turhalli jî di danişînê de amade bû.    Arslan derbarê tawanbariyê li ser xwe de parastina xwe kir û got ew ji ber xebatên xwe yên siyasetê tê darizandin û tawanbariya red kir.    Dozger ji bo amadekirina mutalayê dem xwest.    'AZADIYA MIWEKÎLÊ MIN HATIYE BINPÊKIRIN’    Parêzer Cemîle Tuhralli jî da zanîn mafên ewlehî û azadiyê yê miwekîlê wê hatiye binpêkirin û xwest tevdîrên kontrola edlî ji ser wî bê rakirin. Turhalli got ew ê piştî mutalaya dozger dê parastina bi hûrgilî bike û xwest kêmasiyên di dosyeyê de bên temamkirin.    Heyeta dadgehê got ew ê ji bo rakirina tevdîrên kontrola edlî bê rakirin dê nirxandin bike û mutala bê amadekirin danişînê taloqî 26’ê îlonê kir.