Ji bo dosyaya kesên hatine binçavkirin biryara veşartî hate 2022-04-22 15:06:08   AMED - Hate hînbûn ku siyasetmedar û karmendên ku hatibûn binçavkirin 3 roj in îfadeya wan nehatiye wergirtin û ji bo dosyaya wan biryara veşartî hate dayîn.    Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye di 19’ê Nîsanê dabû destpêkirin de li 6 bajaran 44 kes hatibûn binçavkirin. Di çarçoveya biryarê de di nav wan de şaredarên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), endamên meclîsê û karsaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Îfadeya kesên ku bi îdiaya “fînansekirina rêxistinê” û “nelirêtiya di îhaleyan de” hatin binçavkirin tevî 3 roj jî derbas bûn hêj nehatiye wergirtin û  ji bo dosyaya wan biryara veşartî hatiye dayîn.    Tê payîn ku îro dê îfadeya kesên li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin wê bê girtin.