Malbata Şenyaşar: Ji ber ku dozger teref digire zilm didome 2022-04-22 12:51:38 RIHA - Malbata Şenyaşar diyar kir ku ji ber serdozger teref digire zilma li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike.   Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar (Malbata Şenyaşar) ku di 9’ê Adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja 410’emîn de berdewam dike. Malbat wek her sibehê ji Pirsûsê hat ber edliyê û nobeda xwe da destpêkirin.    Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Her derew û îftira kut ê kirin, dibe deyndarê rastiyê. Hemû rastiyên derbarê doza me de derketin holê. Serdozger dema pir eşkere teref digire, zilma li ber Edliyeya Rihayê berdewam dike. Em ê qet baweriya xwe ya ji bo edaletê winda nekin.”