Koyluoglû: Xeta PDK’ê li ser perçekirina kurdan e 2022-04-22 12:31:41 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglû diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê di 23’yê Nîsana 2021’an de dan destpêkirin, piştî salekê bi hevkariya PDK’ê gavekê bi pêş ve çûn û got: “Xeta PDK’ê xeteke ku bi hevkariya bi dewletên mêtînger re ji bo parçekirina kurdan hatiye avakirin e.” Tirkiyeyê di salvegera êrişên 23’yê Nîsana 2021’an li herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dabû destpêkirin destpêkirin de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê êrişeke din da destpêkirin. Tirkiyeya ku beriya salekê bi hewayî, bejahî, her cure teknîk û hevkariya îstîxbarata PDK’ê de encam negirt, bi kîmyasalan jî êriş kir. Piştî ku Tirkiyeyê bi êrişan encama dixwest bi dest nexist, vê carê jî bi hevkariya PDK’ê ya rasterast di 17’ê Nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn êrişeke nû da destpêkirin.    Em bi rojnamevan Azîz Koyluoglû ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne re êrişên AKP’ê di 23’yê Nîsana 2021’an dabûn destpêkirin û êrişên nû ên bi hevkariya PDK’ê dane destpêkirin axivîn.    ARMANCA ÊRIŞAN LI QADEKE BERFIREH BELAV BIBIN BÛ   Koyluoglû, li ser armanca êrişên Tirkiyeyê di Nîsana 2021’an dabûn destpêkirin de wiha got: “Armanca destpêkê ya êrişan ev bû; Dixwestin li qadeke berfireh belav bin û li qadê bi cih bin, li vir gerîla dorpêç bikin û darbeyê lêxin. Ne tenê herêmên Metîna, Zap, Avaşîn, Heftenîn û Xakurkê hedef digirtin, armanc dikirin ku kûrtir biçin. Lêgerîna wan a ewil ev bû. Dixwestin heta havînê gerîlayan bi temamî ji qadê derxînin, tasfiye bikin û pişt re belavê qadên Garê û Qendîlê bibin. Helbet ev jî têra wan nedikir û nedisekinîn. Êriş ku Şengalê jî têxe nava xwe hatibû berfirehkirin. Lê armanca wan pêk nehat. Heta dikarim bêjim ku Tirkiyeyê bi vê êrişê darbeyeke mezin xwar. Tevî hemû teknîk û êrişên hewayî jî encama ku dixwest bi dest nexist. Rewşeke berovajî derket holê. Tirkiye li dijî gerilayan ji sala 1989’an ve çekên kîmyewî bikartîne lê di sala 2021’an ev derxistin asta herî jor. Tirkiyeyê di dîroka xwe de evqas zêde kîmyasal bikarneanî bû.”   ‘TAKTÎKÊN WAN ÊN LEŞKERÎ VALA DERKETIN’   Koyluoglû, destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyewî dide nîşandan ku hemû taktîkên wan ên leşkerî vala derketine û wiha berdewam kir: “Berdin ku Tirkiye bigihe armanca xwe niha li Başûrê Kurdistanê ji gerilayan darbeyê dixwe. Niha di nava lêgerînên cuda de ne. Elbet em nikarin bibêjin ku tenê Tirkiye êrişan dike. Êrişên Tirkiyeyê di heman demê de êrişên NATO’yê ne. Ji ber ku Tirkiye ji bilî s-400’an hemû pergala xwe ya eskerî ji NATO’yê digire. Ji NATO’yê piştgiriyeke zêde digire. Ligel vê ji xwe PDK jî demekî dirêje li dijî PKK’ê bi Tirkiyeyê re di nava têkiliyê de ye. Tirkiye tevî hevkariya NATO û PDK’ê jî nikare encamekê bi dest bixe.”   ‘TIRKIYE HER REWŞÊ LI DIJÎ KURDAN BIKARTÎNE’   Koyluoglû, da zanîn ku Tirkiyeyê li gorî rewşa konjuktorel polîtîkayên xwe diyar dike û wiha pê de çû: “Her rewşa ku derdikeve holê dixwaze li dijî kurdan bikar bîne. Em dikarin pevçûnên Ûkrayna û Rûsyayê di vê çarçoveyê de binirxînin. Tirkiyeyê heta niha rêbazeke ku li dijî PKK’ê û gelê kurd neceribandiye nehiştiye. Hemû rêbaz ceribandin. Lê tu encam bidest nexistin. Tirkiye polîtîkayên îmha, înkar û pişaftinê li ser kurdan dimeşîne. Ev jî bi berxwedana kurdan re rûbirû dimîne. Xebatên ku ji bo derxistina PKK’ê ya ji nav lîsteya terorê tên bi rê ve birin û piştgiriya ji gelek deverên cîhanê têkildarî berxwedanê ne.”   ‘AKP Û PDK DI NAVA HEVGIRTINEKE ÇARENÛSÎ DE NE’   Koyluoglû, bal kişand ser têkiliyên AKP’ê û PDK’ê yên aborî û siyasî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “PDK’ê piştî referanduma 2017’an darbeyeke mezin xwar. PDK polîtîkayeke girêdayî desthilata faşîst a AKP’ê û MHP’ê bi rê ve dibe. Elbet aliyê bîrdozî yê vê polîtîkayê jî heye. PDK xwe weke yek ji pêşengên tarikata Nakşîbendî dibîne û xwe wisa penase dike. Dîsa AKP jî xwe wisa penase dike. Têkiliyên malbata Barzanî û Erdogan ên aboriyê hevkariya şîrketan e. Her du malbat jî li Başûrê Kurdistanê bi milyonan dolaran qezenç dikin. Ev hevkarî di polîtîkayê de jî xwe dide nîşandan. Ev hevkarî jî vedigere êrişên siyasî û leşkerî. Heta cih girtina nav rêxistinên qedexe ya tevgera kurd ji Tirkiyeyê zêdetir roja PDK’ê heye. Dîsa PDK polîtîkayên îmha, înkar ên Tirkiye li dijî kurdan bi rê ve dibe rewa dike. Niha AKP û PDK di nava hevgirtineke çarenûsî de ne.”    ASTENGIYA HERÎ MEZIN A LI PÊŞ YEKITIYA NETEWEYÎ PDK YE   Koyluoglû, da zanîn ku kurd bûne yek, pirsgirêka wan a yekitiyê nîne û got: “Li gorî min kurd bûne yek. Xeteke PDK’ê ku naxwaze kurd bibin yek heye. Ev xet jî xeteke li dijî yekitiya kurdan e. Ev xet, xeteke ku bi hevkariya bi dewletên mêtînger re ji bo parçekirina kurdan hatiye avakirin e. Ev xet di demê xwe de bi pergala Îranê re bûye yek li dijî rêxistinên kurdan ên tasfiyeye di eniya pêş de cih girtiye. Dîsa PDK û xeta wê sedemê şerê ku li Başûrê Kurdistanê weke xwişk û birayan were penasekirine. Ev yek jî bi Saddam Huseyîn re kiriye. Saddam Huseyîn jî berpirsyarê qirqirina gelê kurd e. Li Bakûrê Kurdistanê jî bi Tirkiyeyê re dibe yek û ji bo tasfiyekirina tevgera kurd ji sala 1982’yan ve di nava xebatên zêde de ye. Dîsa bi taybetî li Rojava piştî sala 2012’an bi çeteyên selefi yên weke DAÎŞ, El Nûsra û Artêşa Sûriyeyê ya Azad re ketiye nava hevkariyê. Di bin navê ENKS’ê de ji bo destkeftiyên li Rojava yên gelê kurd ji holê rake kete nava êrişên cidî. Dema em van hemûyan bînin rex hev gelê kurd yekitiya xwe ya neteweyî pêk anîye. Astengiya mezin a li pêş yekitiya neteweyî xeta PDK’ê ye. Piştgiriya PDK’e ya ji bo êrişên Tirkiyeyê wê vê xetê kûrtir bike.”