Pirsa ecêb a ‘Lêpirsîna Kobanê’: Gelo têkiliya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye? 2022-04-22 12:08:34 ENQERE - Ji Hevserokê HDP’a Stenbolê yê berê Erdal Avci ku di “Lêpirsîna Kobanê” de hat binçavkirin, pirsa “Gelo têkilî û pêwendiya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye” kirin.  Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat destpêkirin, 48 kes di 12’ê nîsanê de hatibûn binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê dest bi îfadegirtina binçavkiriyan hat kirin. Welatî û siyasetmedarên di binçavan de bi îdiayên wek “endamtiya rêxistinê”, “rêveberiya rêxistinê”, “Li dijî qanûna pêşîlêgirtina fînansmaniya terorê ya 6415’an muxalefet kirine”, “li dijî qanûna pêşîlêgirtina dahatên sûc ên jimara 5549’an muxalefet kirine” û “fîhilkirina nirxên malên wan ên ji ber sûcê TCK 282” hatine binçavkirin. Li Midûriyeta Polîsan ev îdia ji binçavkiriyan hatine pirsîn.    Ajansa me xwe gihand îfadeyên ku li Midûriyeta Polîsan hatine girtin. Hevserokê HDP’a Stenbolê yê berê Erdal Avci jî di binçavan de ye. Di 20’ê nîsanê de îfadeya Avci hatiye girtin û ji Avci danûstandina pereyi ya ku Avci bi hevjîna xwe re kiriye, heta ku li heman cihmayîna wan jî hatiye pirsîn. Bi heman awayî ji 47 kesên din jî heman pirs û heman ecêbî hatiye pirsîn.    XEBATÊN KOM MUZÎKÊ HATINE PIRSÎN    Avci di navbera salên 2009-2019’an de li Şîrketa Muzîkê ya KOM’ê dixebitî. Xebat û kirinên KOM Muzîkê ji Avci hatine pirsîn.    PIRSA ‘MALBATA NIRXAN ÇI YE’    Her wiha ji Avci pirsên balkêş wek “endamê rêxistinê yê kadro” û “malbata nirxan” hatine pirsîn.    MAL Û MILKÊ MALBATÎ JÊ PIRSÎNE    Polîsan ji Avci heta niha di kîjan karî de û di kîjan pozîsyonê de û her wiha çavkaniyên dahata wî jê pirsîne. Her wiha derbarê mal û milkên Avci çi ye û çiqas in jî pirs jê hatine kirin. Heta niha ji ber karê şirketa muzîkê çi ji Avci re hatiye razandin jê pirsîne.    HEMAN ŞAHID HEMAN ÎDIA    Ev şahidê veşarî ango nepen bi navê “ULAŞ” ku berdevkiya îtîrafkariyê dike û hema bêje di gelek dosyeyên lêpirsînê de cih digire, li ser Erdal Avci jî axivî ye. “Ulaş” ê ku di çarçoveya xwesteka polîsan de gilîkirinê dike, îdia kiriye ku Avci li ser navê “KCK-PKK” dixebite.    Daxuyanî û parvekirinên Avci yên li ser medya dîjîtal jî jê hatine pirsîn û pirsa “tu ji kî fermanê digirî” kirine.    Avci di îfadeya xwe de destnîşan kiriye ku daxuyaniyên dane hemû li ser destûra Walîtiya Stenbolê pêk anîne. Polîsan ji Avci re gotiye “çima hesabên te yên bankayê yên şexsî hene” û hesabên wî hildane bin darizandinê û pirsa “te çima di navbera hesabên xwe pere şandine” kirine. Her wiha pereyê ku hevjîna Avci, Sonay Avci jê re şandiye jî hatiye pirsîn.    PEREYÊ PARTIYA WÎ JÊ RE ŞANDINE JÎ KIRINE SÛC    Di serdema hevserokatiya Avci ya HDP’a Stenbolê de pirsên pereyên ku ji navenda partiya wî jê re hatine şandin û pereyê wî ji navenda xwe re şandiye jî jê hatine kirin. Avci jî gotiye ev kesên bi wan re danûstandina pereyan kiriye, rêveberên partiya wî ne û têkiliya wî di warê partiyê de bi wan re heye.    ‘GELO TÊKILIYA TE BI FONA SÎGORTAYA BÊKARIYÊ RE ÇI YE’    Pirsa pereyê ku Fona Sîgortaya Bêkariyê ya di navbera gulana 2020’an û îlona 2020’an de ji Avci re şandiye jî jê hatiye kirin. Pirsa “Gelo têkilî û pêwendiya te bi Fona Sîgortaya Bêkariyê re çi ye” ji Avci hatiye kirin û gotine, “ji bo ev pere ji te re were razandin, gelo we ji cihekî ferman stendiye?”    Avci bi bîr xistiye ku Fona Sîgortiya Bêkariyê saziyek resmî ya dewletê ye û ev pereyê jê re hatiye razandin yê meaşê bêkariyê ya 3 mehan e.     Sînyalên stasyona bazê ya Avci û hevjîna wî Sonay Avci hatine stendin û di van axaftinên wan de li “têkiliya rêxistinî” geriyane.    MA / Zemo Aggoz