Qedexeya li gundê Timoqê 24 roj in didome 2022-04-22 09:03:46 ÊLIH - Bi hinceta operasyonê 24 roj in çûna gundê Timoqê û derketina ji gund qedexe ye. Gundê Timoq ê bi ser navçeya Hezoya Êlihê ve di 29'ê Adarê de hatibû dorpêçkirin. Bi operasyona eskerî ya di 31'ê Adarê de hatibû detspêkirin, eskeran bi awayekî hevwext avêtibû ser gelek malan. Di avêtina ser malan de 15 kes bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatibûn binçavkirin 10 kes jê di heman rojê de piştî îfadeya li Qereqola Cendirmeyan a li gundê Timoqê hatibûn berdan.    Yahya Karabaş, Şaban Cengîz, Firat Baran û Sadûllah Karabaş ê hatibûn binçavkirin jî di 3'yê nîsanê de sewqî edliyeyê hatibûn kirin. Ji kesên sewqî dadgehê hatibûn kirin Sadûllah Karabaş (49) ê ku eskeran çewal xistibû serê wî û îşkence lê kiribûn hatibû girtin. Yahya Karabaş ê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan jî ji ber îşkenceya lê hatibû kirin serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Êlihê dabû.   Ji roja ku operasyon hatiye destpêkirin heya niha çûna gund û derketina ji gund qedexe ye.    Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başara jî di nav de heyetek di 5'ê Nîsanê de xwestibû biçe gund lêkolînê bike, lê destûra heyetê nehatibû dayîn. Di 6'ê Nîsanê de jî Wezareta Karên Navxweyî ragihandibû ku "Bi navê Eren Kiş-34 Şehît Çawîşê Pispor Cemîl Tûran-Gomuk" operasyonek hatiye destpêkirin. Ji ber qedexeyê û operasyonê bi rojan e xeber ji gund nayê girtin.    Ji kesên di binçavan de îşkence lê hatibû kirin Yahya Karabaş, di 10'ê Nîsanê de cardin hatibû binçavkirin. Karabaş, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê hatibû kirin. Karabaş, bi qedexeya derveyî welat û şertê kontrola edlî hatibû berdan. Karabaş, di 15'ê Nîsanê de gava ji bo îmzeyê çûbû Midûriyeta Polîsan a Êlihê, cara sisêyan hatibû binçavkirin û sewqî Dadgeriya Ceza ya sulhê hatibû kirin. Dadgeriyê bi îdiaya "peydekirina çeka bêruhset", "peydakirina amûrên teqemeniyê" û "endamtiya rêxistinê" Karabaş girtibû.    Ji kesên li gund hatibûn binçavkirin Beşîr Yildirim ê 80 salî jî piştî çend rojan hatibû girtin.    Operasyona eskerî ya li derdora gundê Mişrîta, Kelhezna û Helqîsê 24 roj in didome. Tenê ji bo nexweşxaneyê û danûstendina lazmatiyên sereke destûra gundiyan tê dayîn û kesên ne ji gund jî nikarin biçin gund. Walîtiyê jî piştî îşkenceya li gundê Timoqê hatibû kirin bi 20 rojan parastibû ku îşkence nehatiye kirin û armanca van îdiayan xirabkirina moralê cendirmeyan e.