Dayikên Aştiyê bang kirin: Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin 2022-04-22 09:03:41 WAN - Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê diyar kir ku AKP’ê bi hevkariya PDK’ê li dijî kurdan şer daye destpêkirin û got: “Ev ne kurd in. Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin.” Dewleta tirk bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên Herêma Kurdistanê di 17’ê Nîsanê de êriş dan destpêkirin. Bertekên li dijî êrişan li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê berdewam dikin. Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê bang li PDK’ê kir ku dest ji siyaseta xwe ya îxanetê berde.    Dayika Aştiyê Perîşan Aslan a bi salan e têkoşîna aştiyê dide, destnîşan kir ku divê PDK demildest ji vê xeletiyê vegere û got: “Em bi salan e ji bo aştî were vî welatî têdikoşin. Me duh çi gotibe îro jî heman tiştî dibêjin. Em dibêjin pêdiviya vê axê bi aştiyê heye lê malbata Barzanî û PDK hevkariyê dikin. PDK’ê li dijî gelê kurd şer daye destpêkirin. Em weke dayikên aştiyê ji ber vê durûtiya PDK’ê wê şermezar dikin. PDK’yî her roj di televizyonan de dibêjin ji bo kurdan têdikoşin. Temamê van gotinan derewin. Heke derew nebûna li dijî gelê kurd şer nedidan destpêkirin. Qasî ku wisa berdewam bike wê gelê kurd jî dayik jî şermezarkirina PDK’ê bidomînin. Bila PDK dest ji vê hişmendiya xwe berde.”   XWE XELAS DIKE   Hatîce Akdogan jî bang li PDK’ê kir ku demildest dev ji politikaya xwe ya “îxanetê” berde û wiha axivî: “Divê kurd êdî azad bin. Dayikên aştiyê tu caran nebûn alîgirên şer. Ez bang li malbata Barzanî dikim; Demildest dev ji van polîtiyên xwe berde. Em êdî naxwazin xwîna kurdan were rijandin. Divê kurd ji bo azadiya xwe têkoşîneke hevpar bidin. Lê malbata Barzanî weke astengiyeke mezin derdikeve pêşberî kurdan. Em weke kurd vê qebûl nakin. PDK, hewl dide xwe xelas bike. Divê ev polîtîka careke din li ber çavan bên derbaskirin.”   ŞER LI ENQEREYÊ HATE PLANKIRIN   Zekiye Kaya jî destnîşan kir ku PDK’ê polîtîkayên ku kurdan bikuje xistiye dewrê û got: “Vê rewşê tu kurd qebûl nakin. Heke îro malbata Barzanî rêveber bin saya gelê kurd e. Lê bêyî ku qedrê vê bizane li dijî kurdan şer dike. Piştgiriya Tirkiyeyê dike. Ev ne kurd in. Wijdana wan çawa vê yekê qebûl dike? Divê Barzanî dest bide gelê kurd. Malbata Barzanî her tim diçin Enqereyê û planên şer dikin. Bila PDK û dijminên gelê kurd vê baş bizanin ku gelê kurd tu car xelas nabe. Divê hemû kurdên welatparêz li dijî vî şerî bisekinin. Bila êdî kes nemire û ev şer bi dawî bibe.”   MA / Hakan Yalçin