Bi operasyonê re dest bi birîna daran jî kirin: Dawî li talankirina xwezayê bînin 2022-04-22 09:03:40 ŞIRNEX - Bi destpêkirina operasyona li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê re li herêmên Besta û Gabarê jî cerdevanan dest bi birîna daran kirin. Xelkê herêmê bertek nîşan dan û ev yek weke kiryareke dermirovî pênase kirin. Şêniyan xwest ku dawî li qirkirina xwezayê bînin.    Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dest bi operasyoneke leşkerî kir. Bi destpêkirina operasyonê re, cerdevanên Şirnexê li herêmên Cûdî, Besta û Gabarê bi çavdêriya leşkeran dest bi birîna daran kirin. Li van herêmên navborî her sal agir bi daristanan dihat xistin, bi hezaran dar dihatin şewitandin û bi hezaran dar jî dihatin birîn. Darên ku dihatin birîn jî cerdevanan li derveyî bajêr firotin. Qirkirina xwezayê ya li herêmê didome. Herêma ku bi hinceta “ewlehiyê” li welatiyan hatiye qedexekirin, ji bo birîna daran li cerdevanan vekirî ye. Bi heman mebestê niha jî li Çemê Mezin, Ramûran û Nizayê yên Bestayê cerdevanan dest bi birîna daran kiriye. Şêniyên herêmê ku darên wan tên birîn nerazîbûna xwe nîşan dan û diyar kirin ku dewlet bi talankirina xwezayê re dixwaze wan dîsa koçber bike.    'EV TIŞTEKÎ ÎNSANÎ NÎNE’   Ji welatiyan Beşîr Katar (67) ku ji herêma Bestayê ye anî ziman ku birîna daran tiştekî derexlaqî ye û wiha got: “Divê kesek li hemberî vê qirkirinê bêdeng nemîne. Bi sala ye hemû dever serbest bûne û her kes li ser erdê xwe dijî. Lê em nikarin biçin ser xaka xwe. Cerdevan nahêlin em biçin ser xaka xwe û li wir bijîn. Niha jî dest bi birîna daran kirine. Hemû kes baş pê dizane ku birîna daran komkujî ye. Weke ku pêxemberê me gotiye, ‘Kesekê darekî dibire, ew kes jiyana mirovan wêran dike û guneheke mezin e.’ Heke şînkatî û dar nebin, sewal jî nikarin bijîn. Ez mêşan xwedî dikim. Heke cihê me serbest bûya dê min li wir xwedî bikira û nediçûm cihekî din. Li cihê me her tişt heye lê ji bo berjewendiyên hin kesan darên me tên birîn. Ev tiştekî dermirovî ye. Nahêlin kesek biçe wir lê ji bo birîna daran destûr heye. Ji bo ku dar neyên birîn gelek kesan daxwazname dan lê bersiv nehat dayîn.”    'DIXWAZIN ME KOÇBER BIKIN’   Ji welatiyan Ahmet Îrmez (77) jî bi lêv kir ku bi van pêkanînan tê xwestin ku wan careke din koçber bikin û wiha domand: “Em rica dikin ku êdî darên me nebirin. Birîna daran guneh e. Heke ev şer bisekine em ê dîsa biçin ser xaka xwe û sewalan xwedî bikin. Heke ew dar û daristan nebin, sewal jî xwedî nabin. Me ji leşkeriyê re got lê gotin; ‘em tenê li sed mîtroyên derdorên xwe dibirin.’ Cerdevanan bo me dar nehêlan. Em naxwazin darên me bên birîn. Me daxwaznameyên xwe dan midûriyeta daristanan û çend caran jî çûn qereqolê. Lê encamek jê derneket û darên me birîn. Daristana me ji Bestayê heta Sêrtê berfireh bû. Lê niha yek dar nehiştine. Di demên berê de em ji Bestayê heta Wanê diçûn û me nanek bi xwe re nedibir. Ji ber ku li her deverê mal hebûn, pez hebûn. Ma heke dar nebin dê mirov çawa bijîn? Di salên 90’î de em ji gund derxistin û niha jî dixwazin bi birîna daran me ji Şirnexê derxînin.”    'DAWÎ LI VÊ KOMKUJIYÊ BÎNIN'    Abdullah Uysal (86) jî ji herêma Ramûran a Bestayê ye û bertek nîşanî birîna daran da. Uysal, diyar kir ku ew naxwazin darên wan bên birîn û wiha qedand: “Besta hem cihê çandiniyê û hem jî cihekî biav e. Mirov dikare her tiştekî li wir biçîne. Lê hatiye qedexekirin û em nikarin biçin wê derê. Hemû emrê min li wir derbas bû. Lê niha tune dikin. Heke ev dar bên tunekirin dê êdî baran nebarin û tu xweşiya vê derê namîne. Darên xwe nabirin lê yên me dibirin. Bila dawî li vê komkujiyê bînin.”   MA / Zeynep Dûrgût