Koma Dostaniya Kurdan a YE’yê êrişên Tirkiyeyê şermezar kir, ji bo muzakereyê bang kir 2022-04-21 20:28:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir û ji bo muzakere bi PKK’ê re bên kirin bang kir.   Têkildarî êrişên dewleta tirk ên di 17’ê Nîsanê de li ser Başûrê Kurdistanê hatin destpêkirin, bi îmzeya parlamenterên Koma Dostaniya Kurdan a Parlamentoya Ewropayê Andreas Schîeder (S&D, Awûstûrya), Francoîs Alfonsî (Kesk/EFA, Fransa), Nîkolaj Vîllumsen (GÛE/NGL, Danîmarka) daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn. Daxuyanî ji Nûnerê Bilind ê Siyaseta Derve yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell û ji parlamenterên Ewropayê re jî hat şandin.   Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê, êrişên dewleta tirk ên dagirkeriyê û vê êrişa nû ya li derveyî sînor bi tundî şermezar dikin."   Koma Dostaniya Kurd got: “Tevî ku çavê hemûyan li ser şerê neqanûnî yê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê ye, li Başûrê Kurdistanê/Bakurê Iraqê êrişên din hene ku divê em paşguh nekin. Em Koma Dostaniya Kurdan a li Parlamentoya Ewropayê, êrişên neheq ên dewleta tirk û vê dagiriya wê ya nû ya derveyî sînor bi tundî şermezar dikin."   Parlamenteran diyar kirin ku piraniya êrişê li herêma Zapê ye û artêşa tirk dixwaze qada şer berfireh bike û ji ber wê sivîl jî zirarê dibînin.   Koma Dostaniya Kurd her wiha ragihand ku êrişên ku dewleta tirk wan wekî “parastina rewa” bi nav dike, xwe disipêre armancên wê yên emperyal û diyar kir ku dewleta tirk dixwaze sînorên Lozanê ji nû ve xêz bike.   Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Operasyona dawî ya Tirkiyeyê şeva Yekşemê 17'ê Nîsanê dest pê kir û ew deverên ku baregehên PKK'ê lê hene kirin armanc. Balafirên şer, helîkopter, balafirên bê mirov ên bi çekd û hêzên bejayî hemû hatine bicihkirin. Heya niha êrişên giran li ser herêma Zapê hatine kirin, lê artêşa tirk plan dike ku şerê xwe hîn berfirehtir bike. Di van salên dawî de êrîşên Tirkiyeyê zêde bûne û bandoreke xirab li sivîlên herêmê kiriye. Bi hezaran kes ji cih û warên xwe bûn û bi sedan gund hatin terikandin û sivîl mirin û birîndar bûn. Çandiniya herêmê xirab bû û daristan wêran bûn. Enqere êrişan bi "mafê xweparastinê" rewa dike, lê daxwazên emperyal ên bingehîn ji rastiyên li ser holê ku Tirkiye toreke berfireh û ya berfireh dibe ya baregehên leşkerî ava dike û ji daxuyaniyên Serokkomar Erdogan bi xwe ev yek bi rengekî eşkere diyar dibe; ji nû ve xêzkirina sînorên Peymana Lozanê.”   Koma Dostaniyê da zanîn ku dewleta tirk bi awayekî hevwext êriş birine ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî û zextên li ser HDP’ê zêde kirine, aramiya Iraqê têk biriye û neteweperestiya tirk seferber kiriye.   Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ligel êrişên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê/Bakurê Iraqê, Tirkiye êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktîvîstên siyasî yên li nava Tirkiyeyê berdewam dikin. Ligel wana bi seferberkirina neteweperestiya tirk a bêtolerans û êrîşkar dikarin wek hewldanek ji bo bidestxistina piştgiriya dengderan bê dîtin. Gelek hikûmetên ewropî ji bo aramiyê li Iraqê pêk bînin bera xwe dan Herêma Kurdistanê, lê ev êriş metirsiya bêîstiqrariyek mezin li seranserê welat û derveyî welat dikin. Em bang li her kesî dikin ku balê bikşînin ser vê êrişa leşkerî ya derqanûnî ya Tirkiyeyê û metirsiyên wê; û tekez dikin ku tekane çareseriya aştiya li herêmê -ku PKK'ê nîşan daye ku amade ye tevlî bibe- nûkirina danûstandinan û dîtina çareseriyeke siyasî ji 'Pirsgirêka Kurd' re ye."