MLSA'yê ji bo rojnamevan Turfent serî li DMME'yê da 2022-04-21 18:15:36 AMED -Beşa Hiqûqê ya MLSA'yê ji bo rojnamevan Nedîm Turfent ku 8 sal û 9 meh ceza lê hatibû birîn, serî li DMME'yê da.  Di sala 2015'an de li şantiyeyeke Geverê ya Colemêrgê tîmên taybet karkerên kurd deverû dirêj kiribûn û ji paş de destên wan kelemçe kiribûn û gef li wan xwaribûn gotibûn "hûn ê hêza tirkan bibînin!" Rojnamevan Nedîm Turfent jî ji ber ku nûçeya vê îşkence û gefxwarinê çêkiribû di 13'ê Gulana 2016'an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Colemêrgê jî di 15'ê Kanûna 2017'an de bi heman sûcî 8 sal û 9 meh ceza li Turfent birîbû û Dadgeha Bilind jî cezayê wî pesend kiribû.    Beşa Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) ku di warê hiqûqî de alîkariya Turfent dike, dosyeya Turfent ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) re şand.