Xizmên girtiyan: Girtiyên nexweş berdin 2022-04-21 16:40:39   ÎZMÎR - Yek ji xizmên girtiyan Hanim Sever di çalakiya Nobeta Edaletê de axivî û bang li rayedarên dewletê kir û ku girtiyên nexweş berdin.   Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Çalakiya malbatan di roja 50’an de li pêşiya Baroya Îzmîrê berdewam kir. Malbatan di çalakiyê de pêşmalkên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn.    Dayika girtî Medet Sever ku li Girtîgeha Bandirmayê tê ragirtin Hanim Sever diyar kir ku ji bo aştî û edaletê di çalakiyê de ne. Sever, behsa şerê li Herêma Federal a Kurdistanê kir û wiha got: “Banga me ew e ku ev şer bi dawî bibe. Em aştî û biratiyê dixwazin. Bila malbata Barzanî vî şerî bide sekinandin û êdî dayik negirîn. Bila şer bi dawî bibe û girtiyên nexweş bên berdan.”    ‘TECRÎDÊ RAKIN’   Bi domdarî Sever bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku teşhîsa nexweşiya demansê lê hatiye dayîn û wiha domand: “Aysel Tugluk nexweşa giran e. Divê were berdan û dermankirin. Em naxwazin cenazeyê wê jî derkeve. Bila zext û tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe û zarokên me werin berdan.”    ‘EM KOÇBER NÎNIN’   Herî dawî jî Sever ev tişt anî ziman: “Her kesê aştiyê dixwaze tê girtin. Em koçber nînin û li vî welatî dijîn. Dema cezayê zarokên me qediya ye. Lê nayên berdan. Banga min ji bo wezîrê edaletê û serokkomar ew e ku di vê meha rojiyê de edaletê pêk bînin û hinek tiştan bikin. Kurê min ev 28 sal in di girtîgehê de ye. Sûcekî wî tune ye. Bila were berdan.”