Xizmên girtiyan: Hewceye gavên şênber bên avêtin 2022-04-21 14:24:24   AMED/WAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan a li Wan û Amedê didome. Malbatên Amedê diyar kirin ku êdî ne bi gotin lê divê gavên şênber bên avêtin. Li Wanê jî polîsan çalakiya malbatan asteng kir.   Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û yên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro jî li pêşiya Edliyeya Amedê berdewam kir. Di çalakiya îro de endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan a Amedê (TUAY-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), Nûnertiya Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) a Herêma Amedê, Odeya Bijîşkan a Amedê, TMMOB, Komeleya Lêkolînkirina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî amade bûn.  ‘GAV BIAVÊJIN’   Li ser navê malbatên girtiyan, yek ji xizmên girtiyan Herdem Mervanî axivî û wiha got: “Di Qanûna Bingehîn de tê gotin ku heke cezayê kesekî kete bin salekî, divê ew girtî were berdan. Lê tevî vê yekê jî girtî nayên berdan. Rewşa girtiyên nexwşe girantir dibe. Weke malbatên wan em di hêla wijdanî de xwe gelek nerehet hîs dikin. Em ji partiyên siyasî û rayedaran dixwazin ku vê pirsgirêkê çareser bikin. Hewcehî ne bi gotinan lê bi avêtina gavan heye. Em dixwazin ku daxwazên me bên qebûlkirin.”    BANG LI PARTIYÊN SIYASÎ KIR   Ji xizmên girtiyan Încî Guler jî anî ziman ku ew dixwazin dengê wan bê bihîstin û wiha domand: “Heke berdana bikontrol a di qanûnan de ji bo girtiyan bikeve meriyetê, dê gelek ji van girtiyên nexweş bên berdan. Lê tevî ku cezayê wan xelas bûye jî nayên berdan. Divê partiyên siyasî jî guh bidin daxwazên me, mijarê têxin rojeva meclise û vê pirsgirêkê çareser bikin.”    ‘ÊDÎ BES E’    Di çalakiyê de ji xizmên girtiyan Nûray Abay jî got ku ew edaletê dixwazin û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş bên berdan û edalet pêk bê. Ne tenê ji bo zarokên xwe lê em ji bo hemû girtiyan bi mehane nobetê digirin. Êdî bes e. Bila edalet pêk bê. Bila 100 salên girtîgehê nedin girtiyan û înfazên wan neyên şewitandin.”   Daxuyanî bi dirûşmên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.   WAN    Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin a li Wanê didome. Polîsan daxuyaniya ku malbatan xwest li pêş Edliyeya Wanê bidin astengkirin. Polîsan beriya daxuyaniyê Edliyeya Wanê bi TOMA’yan dorpêç kir.    Koma ku Parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUHAY-DER) a Wanê, rêveberên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Rêxistina HDP’a Wanê, Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Wanê jî hebûn, li pêş edliyeyê hatin astengkirin.     BI ÇEPIKAN ŞERMEZAR KIRIN   Polîsên ku biryara qedexeya Walitiya Wanê weke hincet nîşan dan, destûr neda ku kom li pêş avahiya edliyeyê daxuyaniyê bide. Malbatên ku astengkirin şermezar kirin, bi çepikan ji qadê veqetiyan.