Cerdevanan li Çiyayê Gabarê jî dest bi birîna daran kirin 2022-04-21 09:48:34 ŞIRNEX - Li quntarên Çiyayê Gabarê ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn.   Li quntarê Çiyayê Gabarê ku dikeve sînorê navçeya Basa ya Şirnexê li deverên Banê Kokê û Banê Ezîza ji aliyê cerdevanan ve dar tên birîn. Hat diyarkirin ku îhaleya birîna daran ji aliyê sercerdevanan ve hatiye girtin û 2 meh in ku li herêmê dar tên birîn.    Hat diyarkirin ku keyayê gund 2 meh in li herêmê bi îhaleyê li herêmên Banê Kokê û Banê Ezîza yên li quntara Çiyayê Gabarê darên herêmê dibire. Hat îdiakirin ku di îhaleya veguheztina daran jî dane Serokê MHP'ê yê Navçeya Basa û Serokê AKP'ê yê Navçeya Basa.