Bajar bi madenvaniyê talan kirine: Armanc Meletiyeke sertewandî ye 2022-04-21 09:13:05 MELETÎ - Endamê MALÇEP'ê Kenan Saraç ku li dijî texrîbkirina eklojiya Meletiyê têdikoşe got: "Bi qirkirina nebatên endemîk û xwezaya herêmê dixwazin em serî li ber wan bitewînin."    Li gor rapora Platforma Hawirdorê ya Meletiyê (MALÇEP) li bajêr û navçeyên wê di 10 salên dawî de 496 xebatên madenê hatine kirin. Di raporê de hatiye diyarkirin ku di 4 salên dawî de 944 serlêdan hatine kirin ji bo raporên ÇED'ê. Endamê MALÇEP'ê Kenan Saraç, têkildarî vê rûxandinê de axivî û got, ger mudaxile neyê nekirin dê li Meletiyê û navçeyên wê texrîbatek mezin a ekolojiyê rû bide.    Saraç, diyar kir ku ew MALÇEP ji bo parastina xweza, av û axa bajêr têdikoşin û şîrketên madenan piştî serlêdanên dawî ya ji bo ÇED'ê dest bi karên xwe kirine. Saraç, da zanîn ku li Taxa Hudûtê ya navçeya Arganê ji bo madena zêr rapora pêzaniyê hatiye amadekirin û got: "Li wir xwezaya me tune dikin. Ew der daristana berûyan e, lê wê tune bikin û li madenan bigerin."    'DÊ BI TEMAMÎ JI DEST BIÇE'   Saraç, destnîşan kir ku ew li dijî madenvaniya hov in û got: "Ger maden ji aliyê dewletê ve bê kirin, dewlet wê bide şixulandin û tevkariyê li aboriyê bike, helbet ew tiştekî ku Tirkiyeyê eleqedar dike. Lê li gor lêkolînên me, ji sedî 98 jê diçe ji şîrketan re. Em vî tiştî naxwazin. Ji lew re xwezaya me, ava me tune dibe. Tê gotin ku li Wêranşar, Hekîmxan, Erxevanê rezervên zêran hene. Ger wekî navçeya Îlîç a Erzinganê bi siyanurê têkevin van deran, dê Meletî bi temamî ji dest biçe."    ‘DÊ ÇANDINÎ NEMÎNE'   Saraç, diyar kir ku bendavên Meletiyê têra enerjî û avdaniyê dikin, lê ger siyanur daxilî nava van av û bendavan bibe dê çandinî nemîne. Saraç, bi lêv kir texrîbata ekolojîk, zirarên kanên kevir û madenan dê di salên pêş de xwe bidin der û ew platform tim hewl didin ku di vî warî de gel serwext bikin. Saraç wiha axivî: "Gel kengî bibîne belkî wê çaxê şiyar bibe. Li hin cihan, hin kes bi şîrketan re radibin û rûdinên. Ger projeyên ku li benda ÇED'ê ne hemû dest pê bikin, dê xwezaya me, çandiniya Meletiyê nehêlin."    'SEWALVANÎ NEMAYE'   Saraç, anî ziman ku bi qasî ku wan tespît kiriye li taxa Goru, Gozene û Kirlangişê 5 kanên keviran hene û niha tê xwestin ku hejmara van kanan bê zêdekirin. Saraç di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Toza wan kanên keviran nebatên endemîk nehiştin. Gihayên ku toz girtine dê heywanan jehrî bikin û bibin sedema mirina wan. Bertekên me yên li hemberî kanên keviran didomin. Di civînên ÇED'ê yên nû de protesto dest pê kirin. Gelê me êdî van tiştan naxwaze. Çend dozên me yên didomin hene."    Saraç, destnîşan kir ku texrîbata li bajarê di 10 salên dawî de dest pê kiriye û got: "Gel hêdî hêdî serwext dibe. Li navçeya Şîroyê 7 doz hatine vekirin. Li wir li ser Çemê Şîroyê benda tê çêkirin. Bi wê bendavê re herî kêm dê 7 gund di bin avê de biînin. Têkildarî vê me hevdîtin bi gundiyan re kir. Gundî jî li dijî wê têdikoşin."    'EM MECBÛR IN XWEZAYA XWE, AXA XWE BIPARÊZIN'   Saraç, bang li gel kir ku xwedî li xwezaya xwe derkeve û got: "Ev ax a me hemûya ye. Em ê nehêlin wê perîşan bikin. Armanca wan gelekî yerengî ye. Armanc ev gel hilberînê neke, wekî mirovan nejî. Dixwazin nebatên wan ên endemîk, xwezaya wan bê qirkirin û av û hewaya wan nemîne, da ku serî li ber wan bitewînin. Em mecbûr in li dijî vê li ber xwe bidin. Em mecbûr in ava xwe, hewaya xwe, xwezaya xwe û axa xwe biparêzin."    MA / Mujdat Can