Rojnamevaniya kurdî 124 salî ye: Ava behrê bi vexwarinê naqede 2022-04-21 09:08:56 AMED - Rojnamevanên ku têkildarî Roja Rojnamevanên Kurd axivîn, anîn ziman ku çapemeniya kurd tevî hemû astengî û êrişan jî li ser pêyan e.    Di ser weşana rojnameya Kurdistanê de 124 sal derbas bûn ku ji aliyê Miqdat Midhat Bedirxan ve di 22'yê Nîsana 1898'an de li Qahire ya Misirê dest bi weşana xwe kir û bi giştî 31 hejmar çap bûn. Ji sala 1973'yan ve roja weşana Kurdistanê, 22'yê Nîsanê, wekî Roja Rojnamevanên Kurd tê pîrozkirin.    Rojnamevanên kurd ku niha jî di şert û mercên dijwar de rojnamevaniyê dikin, her tim dengê çapemeniya azad bilind dikin û rastiyan eşkere dikin. Rojnamevanan bi boneya 22'yê Nîsanê Roja Rojnamevaniya Kurd behsa tiştên di warê rojnamevaniyê de rû dane kirin.    Dîrokzan û rojnamevan Îsmet Konak, bi bîr xist ku Rojnameya Kurdistanê bi giştî 31 hejmar der çûne, lê heya niha hê jî 2 hejmarên wê winda ne. Konak bi dorê behsa kovara Rojî Kurd, Hawar û yên din ên di dîroka çapemeniya kurdî de girîng in kir û got, weşangeriya kurdî li derî erdnîgariya kurdan jî dewam kiriye û ji bo vê jî li ser rojnameya "Rêya Teze" ku li nav sînorên Yekîtiya Sovyetê ya wê demê der çûye.    Konak, behsa dîroka zext û sansurê ya li ser çapemeniya kurdî jî kir û got, a rast çapemeniya kurdî tim û tim xwe pêşvetir biriye û rêya xwe domandiye.    KURDOFOBÎ   Konak, anî ziman ku di dîroka Tirkiyeyê de kurdofobiyek heye û got: "Ev kurdofobî, li qadê her tim xwe da der. Kurdofobî, di 1925'an de bi Biryarnameya Şerq Islahatê xwe da der. Ji lew re, xalên 13 û 16'an ên vê biryarnameyê têkildarî kurdî ne. Di xala 13'an de tê gotin, 'Ên kurd, lê li ber tirkan têkşikiyayî.' Di vê xalê de behsa Dersim, Amedê û bajarên din ên kurdan derbas dibe. Di xala 16'an de jî tê gotin, 'Divê axaftina bi kurdî bê qedexekirin û demildest divê tirkî hînî zarokên keç bê kirin.' Meta min, şagirta Siddika Avarê ye ku ji bo tirkî bê hînkirin ew şandibûn Dersimê. Siddika Avar, muhfiza dagirkeriyê ye, ji bo wê ew şandibûn wê derê. A rast bişavtin bi awayekî encam dabû." Konak ji bo vê li ser têgiha "biyanîbûnê" ya Karl Marks sekinî û got: "Bi vê re dibin xerîbê nasnameya xwe. Ev, xizmeta hîmê netew-delwetê dike. Bi vê re bişavtin tê entegrekirin. Meta min jî yek ji van mînakan e."    ‘PARADÎGMAYA NETEWEYÎ YA DEWLETÊ'   Konak, destnîşan kir ku paradîgmaya netew-dewletê di salên 1940'an de dewam kiriye û bi kampanyaya "bi tirkî biaxiv" xebatên bişavtinê dewam kirine û xala sisêyan a van xebatên bişavtinê jî di sala 1983'yan de, piştî 12'ê Îlonê xwe daye der û ev jî qedexekirina weşanên ji xeynî tirkî bûye. Konak, bi lêv kir ku ev yek bandorek nebaş li weşangeriya kurdî kiriye û weşangeriya neteweyîbûnê ya bi Hawarê dest pê kiriye îro ro bi Ozgur Gundem, Yenî Ulke, Ozgur Ulke, Azadiya Welat, DÎHA, Ajansa Mezopotamyayê, JINNEWS, Xwebûn, Yenî Yaşamê û gelekên din didome.    Konak, li ser zext û zoriyên ku çapemeniya kurd bi wan re rû bi rû dimîne jî sekinî û wiha got: "Li Tirkiyeyê zext û zoriyên li ser çapemeniyê tu carî kêm nebûne. Di sala 1994'an de rojnameya Ozgur Ulkeyê li Stenbol û Enqereyê bi êrişên bombeyî re rû bi rû ma. Serokwezîra wê demê Tansû Çîller fermana vê yekê dabû. Nêzî 27 kedkarên Ozgur Gundemê hatin qetilkirin. Di sala 2016'an de ev zextên li ser çapemeniya kurdî gihaştin asta herî jor. Ozgur Gudem, Azadiya Welat û DÎHA hatin girtin. Ev, dewama feraseta Biryarnameya Şerq Islahatê ne ku nêzî 100 sal berê hatibû avakirin. Tirk heman tirk e, tenê têla tembûrê guheriye."    Konak, destnîşan kir ku mekanîzmaya li hemberî çapemeniya kurdî, mekanîzmayeke pir acizker e û Celadet Alî Bedirxan ev yek di sala 1933'yan de di nameyeke xwe ya ji Mûsatafa Kemal re şandiye aniye zimên. Konak, bi bîr xist ku Bedirxan di nameya xwe de gotiye "Ava behrê bi vexwarinê naqede."    Konak, anî ziman ku çapemeniya kurdî xwedî keleporeke pir bi hêz e û Roja Rojnamevanên Kurd li hemû rojnamevanên kurd ên girtî û yên li derve pîroz kir.    ‘RASTÎ DÊ DI TARIYÊ DE NEMÎNIN'   Nûçegihana JINNEWS'ê Berîtan Canozer jî diyar kir ku rojnamevaniya kurdî ji Apê Mûsa heya Gûrbetelî Ersozan xebatên xwe di bin zext û zoriyê de domandiye û got: "Bi êrişan û kuştinan dixwazin me bitirsînin û bitepisînin. Lê em ji dema Apê Mûsayan dibêjin: Ê rastî û heqîqet di tariyê de nemînin. Me bi vê dirûşmeyê da ser rê. Em ê her tim pênûsa Apê Mûsa û Gûrbetelî Ersozê hilgirin û nehêlin bikeve erdê."    WÊREKÎ   Canozer, destnîşan kir ku rojnamevanên kurd rojevê diyar dikin û rê li ber çapemeniyê dixin û wiha domand: "A rast em bi tiştên ku dinivîsin tişta ku kes newêre bike dikin. Têkoşîna me rojnamevanên jin jî a rast bi JINHA'yê ku tekane ajansa jinan a cîhanê bû dest pê kir û niha bi JINNEWS'ê didome. Em niha tenê ne li herêmê û Tirkiyeyê, em li seranserê cîhanêt ên naskirin. JINNEWS, mîrateya Ayfer Serçeyê bû û ji bo em xeyala wê pêk bînin me JINHA'yê ava kir. JINHA û Şûjin hatin girtin, lê em rojnamevanên jin niha di bin banê JINNEWS'ê de kom bûne. Belkî sibê JINNEWS bê girtin, lê em ê di bin banekî din de têkoşîna xwe bidomînin."    ‘EM DENGÊ JINA NE'   Canozer, bal kişand ser astengiyên li ser rojnamevanên kurd û saziyên çapemeniyê jî got: "Bi destê darazê malperên me asteng dikin. Em tenê ne dengê jinên kurd, dengê jinên hemû cîhanê ne. Em xîtabî hemû jinan dikin."    ‘ÇAPEMENIYA KURDÎ XIZMETA AZADIYÊ DIKE'   Edîtorê rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş jî destnîşan kir ku çapemeniya kurdî 124 sal in hebûna xwe didomîne û wiha axivî: "124 sal in em dibînin ku bê ka kurd xwe û çapemeniyê çawa bi rêxistin dikin. Carinan bi kurdî, carinan bi tirkî, lê xizmeta civaka kurd û azadiya gelê kurd dike. Gava em li zext û zoriyan mêze dikin, em dibînin ku zextên dewleta tirk bêtir li ber çava ne. Gava mesele dibe gelê kurd, azadî û serxwebûna kurdan, em leqayî zextên dewleta tirk tên. Di salên 90'an de hevalên me bi polîtîkayên siyasî yên dewletê hatin qetilkirin. Lê piştî AKP bû desthilat em dibînin ku zext zêdetir bûne. Berê çawa kuştin hebû, niha jî rojnamevanan digirin û heps dikin. Ev di heman demê zextên siyasî yên li ser çapemeniyê ne. Di ser 60'î re rojnamevanên girtî hene û bi vî awayî dixwazin çapemeniyê bêdeng bikin.    DENGÊ RASTIYÊ   7 sal berê gelek çapxane û qenalên televîzyonê hatin girtin, lê çapemeniya kurdî cardin çapxaneya xwe ava kir û rêya xwe domand. Beriya her tiştî desthilata AKP'ê çapemeniyeke azad û serbixwe naxwaze. Bi taybetî jî çapemeniya kurdî ya li ser rêça azadiya gelê kurd û rêberê xwe. Her tim dengê rastiyê ye. Lê hikûmeta AKP'ê dijî rastiyê ye. Cihê heqîqet lê hebe, desthilata AKP'ê dixwaze ew cih tim tarî be. Naxwaze dengê gel û daxwazên gel bên bihîstin. Lewma çapemeniya kurd hem qîrîna gelê kurd hem jî ronahiya gelê kurd e. Tirsa hikûmeta AKP'ê ev e. Dizane gelê kurd xwe birêxistin dike, rêça xwe diyar dike û çapemeniya xwe birêxistin dike. Hikûmeta AKP'ê ji ber vê zext û zoriyan zêde dike. Desthilat tu carî naxwazin dengê civakê bê bihîstin. Her ku çapemeniya azad dibe dengê heqîqetê bi heman awayî zext jî zêde dibin. Girtina ajansan, astengkirina malperan, sansurkirina rojnameyan..."