Ji ber înşeata qeyûm hindik maye dêra sûryaniyan hilweşe 2022-04-21 09:06:43 MÊRDÎN - Ji ber înşeatek ku qeyûmê Mêrdînê çêdike xesarê da bîrên Dêra Mor Efremê û avxwînî bû. Ji ber avxwînîbûnê rê û dêr bi talûkeya hilweşînê re rûbirû maye.  Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye, li Cadeya Yekemîn a Dîrokî ya navçeya Artûklûyê proje ango înşeata otoparka pirqatî bi salane nehatiye qedandin. Bi salane çêkirina vê înşeatê li Mêrdîna dîrokî dibe sedema qirêjiyê û ev jî rastî nerazîbûna xelkê tê. Ji ber ku ev înşeat li qada SÎT’ê tê çêkirin, bûye mijara nîqaşan jî. Ji ber înşeatê rêya ketina bajarê dîrokî hilweşiya. Lê tevî vê yekê jî tu tevdîr nehatine girtin.    RÊ LI BER TALÛKEYÊ VEKIRIYE    Tê gotin ku ji ber kolandina temelê înşeatê xesar gihîştiye bîrên Dêra Mor Efrem a aydê Sûryaniyên Katolîk. Xesara ku gihîştiye bîrê rê li ber avxwînê vekiriye ku dêr û rê jî bi metirsiya hilweşînê re rûbirû maye.    SÛRYANÎ BI BERTEK IN    Welatiyên Sûryanî bertek nîşanî rayedaran dide ku heta îro ji bo vê talûkeyê tu tevdîr nehatiye girtin û şaredarî li hemberî tiştên diqewime xemsar tevdigere. Welatiyên Sûryanî anîn ziman ku dêra wan bi talûkeyê re rûbirû maye û xwestin tevdîr bên girtin.    ‘BILA TEVDÎRAN BIGIRIN’    Halîl Cirik ê ku li vir esnafiyê dike diyar kir ku ji ber înşeata nayê qedandin zirarê dide bajêr û turîzma bajêr û got: “Xelk hemû ji vê înşeatê aciz e. Turîst jî dema tên aciz dibin. Divê tavilê tevdîr bên girtin. Heke ku baran bibariya dê ev der hilweşiya. Em gazî şaredariyê dikin ku zû werin çareseriyê ji vir re peyda bikin.”    MA / Ahmet Kanbal