Barzanî li xwe mikur hat: Tirkiye ji sînorê me êrişê dibe ser PKK'ê 2022-04-20 20:52:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî, piştî 3 rojan li xwe mikur hat ku Tirkiye êrişên xwe li herêmên di bin kontrola PDK'ê de dike.    Tirkiye, di 17'ê Nîsanê de bi tevkariya PDK'ê li Herêma Kurdistana Federe dest bi êrişan kiribû. Êriş, piştî serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistana Federe Mesrûr Barzanî ku di 15'ê Nîsanê de hat Tirkiyeyê û hevdîtin bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re çêkir, bi 2 rojan dest pê kiribûn.    Barzanî îro di axaftina xwe ya li Konferansa Chatham House ya li Londrayê de li xwe mikur hat ku wan û Tirkiyeyê tevkarî bi hev re kiriye. Barzanî di axaftina xwe de got: "Tirkiye ji sînorên me êrişê dibe ser PKK'ê. Ji ber şerê di navbera PKK û dewleta tirk de nêzî 800 gundî nikarin biçin gundên xwe.    Erdogan jî di axaftina xwee de malavayiya hikûmeta Herêma Kurdistana Federe kiribû ku ji bo tevkariya wê.