Parlamenterê Iraqê: Li pişt êrişê Hikûmeta Kazimî heye 2022-04-20 16:45:07   NAVENDA NÛÇEYA - Parlamenterê Iraqê Ehmed Mûsewî, diyar kir ku Hikûmeta Kazimî beşek ji projeya êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Kurdistanê ye û bang li hemû hêzên nîştimanî yên Iraqê kir ku ji bo derxistina hêzên Tirkiyeyê çalakiyên xwe berfireh bikin.   Bertekên li dijî êrişa ku Tirkiyeyê  bi hevkariya PDK’ê di 17'ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Avaşî ve Metînayê yên Herêma Kurdistanê da destpêkirin didomin. Parlamenterê Iraqê Ehmed Mûsewî, derbarê êrişa Tirkiyeyê û helwesta Hikûmeta Iraqê ya li dijî êrişê de ji Rojnewsê re axivî. Mûsewî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Iraqê ya derbarê êrişê de û destnîşan kir ku tu armanceke daxuyaniyê nebûye û êriş berdewam dike û ranawestiyaye.   BANGA DERXISTINA HÊZÊN TIKRIYEYÊ KIR   Di berdewamê de Mûsewî, da zanîn ku Hikûmeta Kazimî beşek ji projeya êrişa Tirkiyeyê ya li dijî Herêma Kurdistanê ye wiha got: "Xewnên Tirkiyeyê yên ku dixwaze li welat bi cih bibe hene. Bêdengiya Hikûmeta ê daxuyaniya Wezareta Karên Derve lewaziya Hikûmeta Kazimî nîşan da ku ew jî li pişt destwerdana Tirkiyeyê ne. Dagirkeriya Tirkiyeyê ji bo kontrolkirina çavkaniyên nefta Herêma Kurdistanê ye û ev jî bi alîkariya pêşmergeyan e. Bang li hemû saziyên nîştimanî û medyayê dikim ku ji bo derxistina hêza dagirker a Tirkiyeyê, çalakiyên xwe berfireh bikin.”