Di Nobeta Edaletê de banga ji bo Barzanî: Aqilê xwe bîne serê xwe û birayê xwe nekuje 2022-04-20 15:47:38 ÎZMÎR - Malbatên girtiyan di çalakiya Nobeta Edaletê ya Îzmîrê de bertek nîşanî Barzanî dan û wiha gotin: “Aqilê xwe bîne sere xwe û vî şerî bide sekinandin. Bira birayî nakuje.”    Malbatên girtiyan bi mebesta berdana girtiyên nexweş ên cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 49’an de berdewam kir. Malbat, li pêşiya Baroya Îzmîrê hatin ba hev. Endamên Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê û jinên navçeya Foçayê çûn serdana malbatan. Malbatên girtiyan pêşmalkên bi nivîsên “Deng bide zindanan” û “Azadî ji girtiyên nexweş re” li xwe kiribûn.   ‘BILA ÎŞKENCE BI DAWÎ BIBE’   Ji jinên Foçayê Selma Eren da zanîn ku ji bo piştgiriya bi malbatan re hatine û daxwaza wan ew e ku îşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe. Eren, daxuyand ku wan xwest piştgiriyê bidin berxwedana dayikan û êşa wan parve bikin. Bi domdarî Eren hêvî kir ku zilma heyî bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin ku girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin berdan, bên dermankirin û ev êş jî bi dawî bibin.”    BANGA PIŞTEVANIYÊ   Dayika girtiyê bi navê Mehmet Nezîr Gumuş ku li Girtîgeha Bandirma ya Balikesirê tê ragirtin, Hanîfe Gumuş jî ji ber serdanê, spasiya jinan kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku jin her tim li cem me bin. Dema mêvan tên serdana me, em gelek keyfxweş dibin. Em dixwazin ku malbatên girtiyan jî bên. Heke bên gel me û em mil didin milê hev, em ê di demekî zûtir de encamekî bi dest bixin. Divê em piştgiriya hev bikin.”    ‘BILA BARZANÎ AQILÊ XWE BÎNE SERÊ XWE’   Herî dawî jî Gumuş bal kişand ser rewşa şer a li Kurdistanê û wiha bang li malbata Barzanî kir: “Em şer naxwazin. Bila Barzanî şerê birakujiyê neke. Bira birayî nakuje. Bila Barzanî aqilê xwe bîne serê xwe. Dev ji kuştina birayê xwe berde. Tu jî kurdî û em jî kurd in. Em naxwazin ku bên kuştin. Em aştî, wekhevî û biratiyê dixwazin. Êdî bes e ji ewqas şer û komkujiyan re. Bila êdî cenazeyên zarokên me ji zindanan dernekevin. Bila Barzanî jî pêşî li vî şerî bigire.”