Erdogan ji bo hevkariyê spasiya Barzanî kir 2022-04-20 15:32:20 ENQERE - Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, ji ber ku piştgirî dide êrişa li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin spasiya Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê kir.    Serokkomarê  AKP'î Tayyîp Erdogan, di komcivîna partiya xwe de axivî û derbarê êrişa li dijî Herêma Kurdistanê dane destpêkirin de daxuyaniyan da. Erdogan, diyar kir ku çi jî bikin gerîllayên HPG'ê li derveyî sînor xwe didine hev û derbasî Tirkiyeyê dibin û ji ber vê yekê konsepta xwe ya şerê li dijî PKK'ê guhertine û bandora vê konsepta xwe di demeke kurt dîtine. Di berdewamê de Erdogan, destnîşan kir ku di vê konseptê de Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê piştgirî didin wan û ji bo vê piştgiriyê spasiya her du rêveberiyan kir.