Malbatên girtiyan: Kaygusuz ê ku dest û lingên wî tune ne çima nayê berdan? 2022-04-20 15:01:27 AMED - Di çalakiya Nobeda Edaletê ya Amedê de malbatên girtiyan bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Ramazan Ozyîgît, Halîl Guneş û Şaban Kaygusuz. Malbatan xwestin girtiyên nexweş werin berdan û gotin: “Dest û lingên Kaygusuz tune ne lê çima nayê berdan?”  Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî û nayên berdan, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 156’emîn de berdewam kir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî Hikûmxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) di çalakiyê de amedê bûn.   Di destpêkê de ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî û anî ziman ku sedema mirina girtiyan, ATK ye û wiha domand: “Raporên xelet derheqê girtiyan de amade dikin. Yek ji van mînakan, Halîl Guneş e. Di heman deme de ATK’ê ji bo Ramazan Ozyîgît ku li Girtîgeha Wanê dimîne jî rapora  'dikare li girtîgehê de bimîne' amade kiribû. Lê em dibînin ku Ramazan jî nexweşe û nikare li girtîgehê bimîne. Em van sepanan qebûl nakin û dixwazin ku girtiyên me di zûtirin dem de werin berdan.”   ‘KAYGUSUZ BI BÎR XISTIN’   Ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî bal kişand ser girtiyê nexweş Şaban Kaygusuz û wiha got: “Heta îro tu gav neavêtin. Lê em di daxwaza xwe de bi israrin. Bila girtiyên nexweş bên berdan û înfaza wan neyê şewitandin. Yek ji wan girtiyên nexweş jî Şaban Kaygusuz e ku li Girtîgeha Kayseriyê tê ragirtin. Ling û piyê wî tune ye. Divê bi lezgînî were berdan û were tedawîkirin. Lewma em doza berdana hemû girtiyên nexweş dikin.”   Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq hiqûq edalet” bi dawî bû.