Parêzer xwest ku doza MEBYA-DER’ê bê betalkirin 2022-04-20 14:42:46   AMED - Danişîna ewil a doza girtina MEBYA-DER’ê îro hate dîtin. Parêzerê komeleyê Muhîttîn Muguc xwest ku doz were betalkirin.   Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi mebesta girtina Komeleya Piştgirî Piştevanî Yekitî û Çandî ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirin (MEBYA-DER), doz vekiribû. Yekemîn danişîna dozê îro li 9’emîn Dadgeha Hiqûqa Esliye ya Amedê hate dîtin. Di danişînê de parêzerê komeleyê Muhîttîn Muguç amade bû.    Muguç, di danişînê de destnîşan kir ku komele di çarçoveya mafê azadiya fikr û raman de hatiye damezirandin û xwest ku doz bê betalkirin. Muguç, da zanîn ku di lêpirsîna derheqê komeleyê de derheqê 5 rêveberên komeleyê de biryara beraetê hatiye dayîn, cezayê endam û rêveberên din hêjta teqez nebûye û biryarên cezayê yên ji hêla dadgehên ewil ve hatine dayîn jî ji hêla Dadgeriyên Dadî yên Herêmê ve hatine xerakirin. Bi domdarî Muguç bal kişand ser gotinên “kirêt” ên derheqê endamên MEBYA-DER’ê yên wefat kirine de hatine kirin û wiha got: “Hem di îdianameya dozgeriyê de û hem jî di doznameyên ku ji hêla heman dozgerî ve hatiye amadekirin de bi taybet jî ji bo kesên jiyana xwe ji dest dayîn gotinên weke ‘sersaxiya kelex’ û ‘gora kelexî’ hatine bikaranîn. Ev gotin, sûcê heqareta li dijî bîranîna miriyan û pênaseyên biçûkxistinê ne.”    DOZEKE HIQÛQÎ NÎNE    Parêzer Muguç destnîşan kir ku komele di çarçoveya qanûnan de hatiye avakirin, doza ku hatiye vekirin hiqûqî nîne û xwest ku doz were betalkirin. Muguç, daxuyand ku li ser îfadeyên Temûr Guzel ku sûd ji Qanûna Poşmaniyê girtibû hatiye vekirin û vî kesî jî piştre got ku li ser daxwaza pollîsan tiştekî wiha kiriye.    Şandeyê dadgehê bi daxwaza ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin, doz taloqî 29’ê hezîranê kir.