Li Amed û Dersimê gelek kes hatin binçavkirin 2022-04-20 13:06:09   AMED/DÊRSIM - Li Amed û Dêrsimê siyasetmedar jî di nav de gelek kes di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.    Di saetên serê sibehê de polisan li Amedê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan hevşaredarên berê jî di nav de gelek kesî binçav kirin. Li gorî agahiyên ku hatin wergirtin, polisan li Amedê hevşarê Peyasê Necatî Pîrînççîoglû, hevşaredarê berê yê Erxenê Ramazan Kartalmiş, rêveberê berê yê HDP'a Amedê Tarik Yazgan, Mervan Yildiz, Ridvan Ezel û 5 kesên ku li Şaredariya Erxenê dixebitin û navê wan nehatin hînkirin binçav kirine.    HDP'Ê BERTEK NÎŞANÎ BINÇAVKIRINAN DA   Rêveberiya Herêmî ya Demokratîk a HDP'ê, li ser hesabê xwe yê sanal, derbarê binçavkirinan de daxuyaniyek da û ev bertek nîşan da: "Di saetên serê sibehê de endamên berê yên lijneya me, hevşaredar û endamên meclisên me jî di nav de  li dijî siyasetmedaran operasyoneke binçavkirinê hatiye kirin. Bi destê daraza ku di bin kontrola AKP'ê de ye hewla astengkirina têkoşîna siyaseta demokratîk tê dayîn."   DÊRSÎMÊ JÎ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliye Serdozgeriya Komarê ya Dersimê ve hatibû destpêkirin de jî polisan li bajar bi awayekî hemwext bi ser malan de girt û 4 kesan bi angaşta "endamtiya rêxistinê" binçav kirin. Polisan ji navenda Dêrsimê Eser Kaya, li navçeya Pertakê Kemal Ag, Bûrak Kûrban û li navçeya Pulurê jî Berdan Tosûn binçav kirin.    Polisan kesên ku binçav kirin birin Miduriyeta Polisan a Dersimê.