Hizbûlaha Iraqê li dijî Tirkiyeyê banga çalakiyan kir 2022-04-20 11:30:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Hizbûlaha Iraqê diyar kir ku Tirkiyeyê bi armanca nefta li herêmê têxe bin kontrola xwe şer daye destpêkirin û banga çalakiyan kir.  Hizbulaha Iraqê têkildarî şerê Tirkiyeyê bi hevkariya PDK’ê li Herêma Kurdistana Federe daye destpêkirin daxuyaniyek da.    Hizbûlahê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Armanca dewleta tirk, binpêkirina serweriya Iraqê û kontrolkirina neft û gaza Iraqê ye. Kontrolkirina rêya hevrîşm û destnîşankirina rêya wê ya ji bo bi destxistina fikrên xwe yên nexweş e. Her wiha xewna sultanê Osmanî ku ji aliyê neyarên Iraqê ve piştgirî lê tê kirine. Binpêkirina serweriya welat, hişyariyek cidiye ku pêwîste berpirsên hikumetê, saziyên ewlekariyê, girseya gel helwestek cidî nîşan bidin. Ji bo rêgirtina êrişan, divê çalakiyên girseyî werin lidarxistin.”