Hevserokên DBP û HDP’ê: Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe 2022-04-20 10:10:17 AMED - Hevserokên DBP û HDP’ê yên Amedê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Başûr dan. Hevserokan diyar kir ku heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede dê têk biçe û ziyaneke mezin bigihîne destkeftiyên gelê kurd.  Şerê ku li başûrê Kurdistanê bi hevkariya AKP û PDK’ê hat destpêkirin di roja 3’yan de berdewam dike. Li hemberî şer li gelek deverên Kurdistanê û cîhanê bertek hatin nîşandan. Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan û Hevserokê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altûn jî bertek nîşanî şerê li Başûr dan û gotin ku ne gelê Bakur û ne jî yê Başûr vê hevkariya PDK’ê qebûl nake.    Têkildarî mijarê Hevserokê HDP’a Amedê Zeyyat Ceylan anî ziman ku wek partî her tim li hemberî şer derketine û bertek nîşanî şerê bi hevkariya AKP-PDK’ê li başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin da. Ceylan got ku dewlet di şerê li dijî kurdan de bi sed sala ye neçareseriyê esas digire û wiha dom kir: “Enerjiya ku ji bo şer tê xerckirin heke ji bo aştiyê xerc bikira, niha ji zû ve aştî pêk hatibûya. Ji ber wê jî em ê her tim li Başûr, Bakur, Rojava û li her deverê li dijî şer seknekî xurt raber bikin. Şer bi xwe qeyran e. Şer tenê ziyanê nade kurdan. Niha berbiçav e bê ka ji ber polîtîkaya şer a AKP-MHP’ê rewşa Tirkiyeyê di çi halî de ye. Di vî şerî de ne tenê destê Tirkiye û PDK’ê lê tiliya dewletên ewropayî û Amerîkayê jî tê de heye. Dewleta Iraqê nikare bêyî agahiya NATO’yê êrişî Şengalê bike. 6 sal berê civaka êzdî rastî komkujiyê hatibû û niha jî komkujiyeke din li ser wan tê ferzkirin.”    ‘DIVÊ PDK BI AŞKERE WERE REXNE KIRIN’   Di berdewamê de Ceylan bal kişand ser hevkariya PDK û Tirkiyeyê û ev nirxandin kir: “Divê sekna PDK û malbata Barzanî bi aşkere were rexnekirin. Bi vî şerî re kurd dê gelek tiştên mezin winda bikin. Herî zêde jî PDK dê winda bike. Bila tu kes ne bêje hincet filan partî bû. Di mijara Kerkûkê de jî me dît ku ji ber stratejiya xelet a PDK’ê, gelek dever ji dest çûn. Wê demê jî PKK li Başûr bû lê hincet kirin partiyên din. Em nabêjin ku bila PDK bi dewleta tirk re têkiliyan nedeyne. Lê bila van têkiliyan ji bo çareseriyê lê ne ji bo şerê li dijî kurdan pêş bixe. Zilma ku Sedam dikir çi be ya ku niha dewletên din li kurdan dikin jî heman tişte. Nabe ku tu li dijî zilma Sedam bî lê li aliyê din li zilma dewleteke din xwedî derbikevî. Ev nakokiyeke pir mezin e. Em bang li PDK û partiyên din ên ku beşdarî vî şerî bûne dikin ku di vê mijarê de baş hizra xwe bikin. Divê PDK jî li ser vê sekna xwe hinek bifikire da ku ziyanê negihîne berjewendiyên kurdan. Ev sekn, dê di heman demê de ziyanê bigihîne destkeftiyên PDK û xelkê Başûr jî.”    ÇARESERÎ BI AŞTIYÊ PÊKANÊ   Ceylan, destnîşan kir ku çareserî tenê bi rêya aştiyê pêkane û ev bang li Tirkiye, PDK û dewletên navneteweyî kir: “Em dibêjin edî bes e û vê derê nekin gola xwînê. Em dibêjin yek çareserî heye ew jî aştî û muzakere ye. Nikarin me tevan bikujin û yên di şer de israr dikin dê winda bikin. Xelkên vê erdnîgariye pir zor û zehmetî dîtine. Lê li hemberî van zor û zehmetiyan xwedî sekneke berxwedêr in. Bangawaziya ku em dikin ne tenê ji bo berjewendiyên kurdan lê ji bo berjewendiyên tirkan, ereb û faris û neteweyên din jî ye. Divê her miroveke ku ji xwe re dibêje demokrat hewceye li dijî vî şerî xwedî seknek be. Tu dê ji bo şerê Rûsya û Ûkraynayê behsa aştiyê bikî lê dê xwedî li şerê ber deriye xwe derkevî. Ev nakokiyeke pir mezin e.”   ‘GELÊ BAŞÛR Û BAKUR VÊ YEKE QEBÛL NAKE’   Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn jî anî ziman ku Tirkiye, PDK û hikûmeta Iraqê li dijî kurdan ketin nava tevgereke hevpar û wiha pê de çû: “Tirkiye bi salane ji xwe re li hevkaran diğere. Yek ji wan hevkaran jî PDK ye. Partî û saziyên bakurê Kurdistanê di ferqa hevkariya wan de ne û bertek nîşan didin. Dema em dikevin nav gel, dibînin ku gel jî bi bertek e. Gelê Bakur vê yekê qebûl nake ji ber ku Başûr êşa Helebçe ye. Barzanî her çiqas bi helwestekî malbatî nêz bibe jî, Helebçe di dilê hemû kurdan de ye. Ev êriş dê yekitiya kurdan xurtir bike. Ji ber ku gelê Başûr jî liv û tevgera malbata Barzanî dizane. Mala Barzanî bi hezên hegemonîk re hevkariyê dikin û kurd jî vê yeke qebûl nakin. Tirkiye li benda Peymana Lozanê ye û dixwaze Başûr dagir bike. Lê xelkê Başûr vê yekê qebûl nake. Ez di wê baweriyê de me ku dê yekitiya kurdan çêbibe. Ji bo yekitiyê her çiqas PDK asteng be jî lê gelê Başûr dê li dijî vê yekê derbikeve.”    ‘PDK DEV JÎ SIYASETA QIRÊJ BERNEDE VÊ TEK BIÇE’   Altûn, bi lêv kir ku Tirkiye hebûna xwe li ser tunebûna kurdan ava dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hevkariya Tirkiye û PDK’ê dê ziyaneke mezin bide kurdan. Lewma divê PDK dev ji vê hevkariya qirêj berde û li pêşiya yekitiya kurdan nebe asteng. Heke PDK dev ji vê siyaseta qirêjî bernede, dê têk biçe.”