Li dijî otobusa gardiyanan êriş pêk hat: Gardiyanek mir 2022-04-20 09:44:45   BÛRSA - Li Bûrsayê li dijî otobusek ku gardiyan têde bûn teqîn pêk hat û gadiyanek jiyana xwe ji dest da û 8 gardiyan jî birîndar bûn.    Li taxa Îhsaniye ya Bûrsayê li ser rêya navçeya Mûdanyayê, li dijî otobusek ku gardiyan têde bûn teqîn pêk hat. Di encama teqînê de gadiyanek jiyana xwe ji dest da û 8 gardiyan jî birîndar bûn. Birîndaran rakirin nexweşxaneyên li bajar û wesayîtê jî kişandin stasyona sotemeniyê.    Derbarê bûyerê de lêkolîn û lêpirsîn hat destpêkirin.