Hinceta şewitandina înfazê: Dev ji hevalên xwe bernedaye 2022-04-20 09:00:54 MELETÎ - Înfaza Erdal Tûncel, birayê Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel, bi hinceta "dev ji hevalên xwe bernedaye" hat şewitandin.    Erdal Tûncel, birayê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a berê Sebahat Tûncel, di Kanûna 2009'an de li Edeneyê di operasyonên bi navê "KCK"ê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû binçavkirin û paşê hatibû berdan. Tûncel, di sala 2010'an de jî bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" hatibû girtin û 13 sal û 6 meh ceza lê hatibû birîn. Di 16'ê adara 2022'yan de cezayê Tûncel qediya ye. Gava malbat ji bo wî wergire çûye ber Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê, li wir ji wan re hatiye gotin ku înfaza wî hatiye şewitandin.  BI HIINCETA 'DEV JI HEVALÊN XWE BERNEDAYE'   Bav Fahrettîn Tûncel, bi bîr xist ku kurê wî di Girtîgeha Êlih û Sîncan de maye û ji sala 2016'an ve jî di Girtîgeha Bolû ya Tîpa F'yê de ye. Tûncel, bi lêv kir ku li Girtîgeha Bolûyê cezayê dîsîplînê qet li kurê wî nehatiye birîn û ji bo berdana wî di 16'ê adarê de çûne ber girtîgehê. Tûncel wiha got: "Lê bi hincetine belesebeb înfaza wî şewitandine." Tûncel, diyar kir ku hinceta înfazê jî paşê teblîxî wan hatiye kirin û got: "Tişta wekî dîsîplîn nîşan dane; zêde av xerc kiriye, zêde ceryan xec kiriye. Dev ji hevalên xwe bernedaye. Jixwe Girtîgehên Tîpa F'yê girtîgehine 3 kesî ne."    'HEMAN DADGER, LÊ DU BIRYAR'   Tûncel, diyar kir ku li ber vê biryara Dadgeriya Înfazê rabûne û biryara hatiye dayin hatiye xerakirin. Tûncel, anî ziman ku paşê piştî îtiraza dozgeriyê dadgerê ku berê biryara berdanê dabû, vê carê bi hinceta "dev ji hevalên xwe yên PKK'î bernedaye' berdana wî red kir. Tûncel, destnîşan kir ku li ber vê biryarê jî rabûne.    Tûncel, destnîşan kir ku li girtîgehan li hemberî malbatan û girtiyan helwestine pir cuda hene û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Tûncel, anî ziman ku demildest divê kurê wî Erdal bê berdan û got: "Em li benda berdana wî ne. Ev kes bi vê helwestê dev ji şewitandian înfazê bernadin. Bi taybetî jî divê civak bi vê zanibe. Em li kesên ji doza KCK'ê hatine darizandin dinerin û li kesên ji Ergenekonê û FETO'yê tên darizandin dinerin. Ên ji KCK'ê hatine girtin bi dosyeyên ku FETO'yiyan ew hazir kirine hatine girtin. Nexwe di vir de pirsgirêkeke mantiqê heye. Ev feraset dixwaze kurdan qir bike. Kurd li hemberî vê têdikoşin. Helbet daxwaza me jî ev e. Lê ji bo ev têkoşîn bibe yek divê ew û muxalefetê bi yek bin û li hemberî vê meseleyê rabin."    MA / Mujdat Can