Xelkê Amedê: Dewlet dixwaze kurdan bêvîn bihêle 2022-04-20 09:00:51 AMED  - Xelkê Amedê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinên demên dawî dan û wiha gotin: “Ev kiryarên dewletê, nîşaneya dijminatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd e. Dewlet, bi van kiryaran dixwaze gelê kurd bêvîn bihêle.” Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya Doza Kobanê de ji bo 91 kesan biryara binçavkirinê dabûn. Di çarçoveya lêpirsînê de hêzên ewlekariyê yên Tirkiyeyê di 12’ê nîsanê de li gelek bajaran bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de, bi giştî 48 kes hatin binçavkirin. Her wiha di 15’e nîsanê de jî bi hinceta pîrozbahiyên Newrozê, rojnameger, endam û rêveberên HDP’ê jî di nav de bi giştî 66 kes hatin binçavkirin. Li hêla din, polîsên tîmên taybet li navçeya Cizîr a Şirnexê jî bi ser avahiya HDP’a Cizîrê û malên endam û rêveberên partiyê de girt. Di serdegirtinan de 9 HDP’î hatin binçavkirin. Ji bo protestokirina serdegirtinê li Cizîrê nobet hate destpêkirin. Xelkê Amedê derheqê serdegirtin û êrişên dawî de bi ajansa me re axivîn.    Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Giyasettîn Kiliç got ku serdegirtin û binçavkirin weke berdewamiya dijminatiya sedan salan pênase kir û wiha domand: “Mebesta ji êrişan, vîna gele kurd e. Bi sedan salane ev zext û zoriyên ser gelê kurd berdewam in. Lê dê ev zext bi dawî bibin. Ji ber ku gelê kurd, gelekî birêxistinkirî û berxwedêr e. Li dijî desthilatdarên nîjadperest tenê gelê kurd disekine. Tevî ku ewqas parlamenter hatin girtin jî lê dîsa li hemberî zilmê serî netewandin. Dixwazin me bêvîn bihêlin. Li dijî kurdan bi sed sala ye siyasteke qirêjî tê meşandin. Em biyaniyên vê siyasetê nînin.”   ‘SEDEMA KRÎZAN DIJMINATIYA KURDAN E’   Kiliç bertek nîşanî bêdengiya partiyên muxalîf da û wiha pê de çû: “Heke sibe ev 6 partî bibin desthilatdarî, dê ew jî heman tiştî bikin. Ji ber ku ji bo kurdan tevdîrekî nagirin. Bi hezaran siyasetmedar û rojnameger girtî ne. Baş e ma sûcê wan çi ye? Îro kesek nikare li Tirkiyeyê bi azad bijî. Sedema krîz û aloziya heyî, dijminatiya wan a li hemberî gelê kurd e.”    ‘1994’AN DE ÇAWA BÛ NIHA JÎ WISA YE’   Ji welatiyan Abdurrahîm Savaş jî tayînkirina qeyûman bi bîr xist û ev tişt anî ziman: “Madem dê qeyûman tayîn bikin, wê demê bila mafê hilbijartinê nedin. Sedema êriş û binçavkirinên dawî jî dijminatiya wan a li dijî gelê kurd e. Mirov nikare li ser medyaya civakî tiştekî parve bike. Ez nawêrim biaxivim ji ber ku te dît du saet piştre hatim binçavkirin. Beriya bibe desthilatdarî, AKP’ê ji bo maf û azadiya gelê kurd soz didan. Lê piştî ku bûyî desthilatdar, vegeriya salên 94’ê. Divê aştî çêbibe û mafên gelê kurd bên dayîn.”    ‘ÇI DIKIN BILA BIKIN KURD DÊ DÎSA SERBIKEVIN’   Welatiyê bi navê Hecî Necat Ocakli jî diyar kir ku desthilatdarî ji bo ku di hilbijartinê de bi ser keve êrişî HDP’ê dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bûyerên Kobanê 7 sal berê bûn lê çima niha doz vekirin? Dixwazin HDP’ê bigirin û di hilbijartinan de bi ser kevin. Kî li dijî wan derkeve, dixwazin bigirin. Lê çi dikin bila bikin dê kurd dîsa bi ser kevin. Hewceye gelê me li dijî vê yekê bêdeng nemîne. Xelkê Cizîrê li ber deriyê partiyê rûnişt heta ku binçavkirî hatine berdan. Lewma divê em li ber xwe bidin. Her wiha heke partiyên muxalîf dengê xwe nekin, em ê bi tu awayî dengê xwe nedin wan. Lê partiyeke weke ÎYÎ Partî ku faşîst e di nav wan de heye. Lewma nikarin dengê xwe bikin.”    BERTEK NÎŞANÎ BARZANÎ DA    Ocakli bi domdarî bal kişand ser hevdîtina di navbera Serokwezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya bi Serokomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re û berteka xwe wiha nişan da: “Ez hatina Mesrûr Barzanî şermezar dikim. Planên xwe yên qirêjî bi hev re bi kar tînin. Dixwazin li dijî gelê kurd operasyonê bidin destpêkirn.”    HELWESTA PARTIYÊN MUXALÎF    Têkildarî mijarê welatiyê bi navê Erhan Încî jî daxuyand ku tenê HDP li dijî polîtîkayên desthilatdariyê disekine û wiha bi dawî kir: “Divê gelên Tirkiyeyê û partiyên muxalîf jî bertekê nîşanî êrişên ser HDP’ê bidin. Qedera tevahiya gelên Tirkiyeyê girêdayî mirovekî ye. Vê pergala yekzilamî em xistin rewşekî wisa ku nikarin debara xwe bikin. Lewma dibêjim ku divê gelê tirk jî li hemberî vê zilmê serî rake. Ziyana heyî ne tenê digihije me lê digihije wan jî. Partiyên muxalîf li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Bi vê nêzikatiyê nikarin ji me rehiyan bigirin. Me tu carî serî li ber zilmê netewand û dê netewînin jî.”