Dayikên Aştiyê û TJA bûn mêvanê 'Sifra Edaletê' 2022-04-19 20:14:13   RIHA - Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û aktivîstên TJA'yê bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ya li ber Edliyeya Rihayê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 407'an de didome. Îro Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bûn mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin.    Endama Înîsyatîfa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Fatma Akbaş, got: "Em ji bo hevala xwe Emîne hatine vira. Berê jî em car carinan dihatin me serdana wê dikir. Îro jî em ji bo bi hev re bifitirin hatin vira. Em êşa wê ji kûr de hîs dikin."    Akbaş, bilêv kir ku Emîne Şenyaşar tiştekî ji kesî naxwaze, ji bo edaletê tê vira û got: "Tenê ji dozger û dadgeran re dibêje karên xwe bikin." Akbaş, bilêv kir ku demildest divê daxwazên Emîne Şenyaşarê bên qebûlkirin û edalet pêk bê û got: "Ger edalet ji bo dayika Emîne û malbata Şenyaşarê were, dê ev edalet ji bo her kesî be."