Bêbextî li kesên di lêpirsîna Kobanê de hatin binçavkirin ferzkirin 2022-04-19 17:29:25   ENQERE - Dema 48 kesên di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de hatine binçavkirin cara duyemîn hate dirêjkirin. Kesên li dadgeriyê hatin guhdarkirin diyarkirin ku rastî îşkenceyê hatine. Atalay Bayrak bi lêv kir ku jê hatiye xwestin ku bêbextiyê li kesên di bin çavan de bike.    Di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê daye destpêkirin de ji 91 kesên ku derbarê wan de biryara girtinê hatibû dayîn 48 jê hatibûn binçavkirin. 48 kes îro derxistin dadgeriyê.    DOZGERIYÊ XWEST DEMA BINÇAVKIRINÊ WERE DIRÊJKIRIN   Dozgeriyê ji ber “dosyaya lêpirsînê berfireh e, komkirina delîlan bi zehmet e, materyalên dîjîtal ên li ser gumanbaran nehatine lêkolînkirin, kirariyên îfadeyan berdewam dike” xwest cara duyemîn dema binçavkirinê were dirêjkirin.    CARA EWIL HATIN GUHDARKIRIN   48 kesên di saetên serê sibê de anîn Edliyeya Enqereyê û derxistin 3’yemîn Dadgeha Cezayê Sûlh a Enqereyê têkildarî daxwaza dozger îfadeyên wan hatin wergirtin. Kesên hatine binçavkirin bi bîr xistin ku 8 roj in di bin çavan de ne, diyar kirin ku şertên nezaretxaneyê li dijî mafên mirovan e” û xwestin demildest bên berdan.    ‘EZ Û HEVJÎNA MIN DI BIN ÇAVAN DE NE’   Mûrat Kaçar ê di bin çavan de wiha got: “Ez û hevjîna xwe li vir in. Me zarokekî 4 salî heye. Ev 8 roj in hem her du jî di bin çavan de ne. Di 8 rojan de îfadeyên me nehatine wergirtin. Dixwazim îfadeya min were girtin û demildest bêm berdan.”   ‘XWESTIN EZ BÊBEXTIYÊ BIKIM’   Atalay Bayrak ê îfadeya wî hat wergirtin jî diyar kir ku 8 roj in di bin çavan de ye, di vê pêvajoyê de tu kirarî nehatine kirin û wiha got: “Ji min xwestîn ku derbarê kesên di bin çavan de bêbextiyê bikim. Ji ber ku min ew kes min nas nedikirin derbarê kesê de min îfade neda. Kirariyên binçavkirinê bêhiqûqî ne. Dixwazim demildest bêm berdan.”   DI BIN ÇAVAN DE KESÊN 75 Û 77 SALÎ HENE   Şahîn Eroglû jî bi lêv kir ku 77 salî ye û xwest demildest bê berdan. Necmettîn Aslan jî da zanîn ku 75 salî ye û got: “Ez naxwazim dema binçavkirinê were dirêjkirin. Pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene. Dibe ku ez qeyranê derbas bikim.”   ‘LI MIDURIYETA POLÎSAN ÎFADEYA MIN NIKARE WERE GIRTIN’   Metîn Kilavûz ê hate binçavkirin jî wiha got: “Ez 25 sal in parêzeriyê dikim. Binçavkirina me li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku ez parêzer im li miduriyeta polîsan nikare îfadeya min were girtin. Em mexdûr in. Ez dixwazim îfadeya min bê wergirtin û demildest bêm berdan.”   KESÊN KU BERAET KIRINE JÎ HENE   Gelek kesên din ên hatin binçavkirin jî diyar kirin ku têkildarî van îdiayan beriya niha jî hatine darizandin berat kirine û bi dosyayeke dubare re rûbirû ne.    DESTÊN WAN BI PAŞ VE KELEMÇE KIRIN   Mûstafa Demîr jî anî ziman ku ji ber bi paş ve kelemçekirin nikare destê xwe yê rastê bikarbîne û got: “Ev dosyeyeke dubare ye. Dixwazim demildest bêm berdan.” Nîzamettîn Onar jî ragihand ku destên wî bi paş ve hatine kelemçekirin û got: “Ez bi heman îdiayan hatim darizandin û beraet kir. Dixwazim demildest bêm berdan. Huseyîn Vûral jî destnîşan kir ku destên wan bi paş ve hatine kelemçekirin û xwest were berdan.    DEMA BINÇAVKIRINÊ HATE DIRÊJKIRIN   Dadgeriyê piştî ifadeyên daxwaza dozger a têkildarî dema dirêjkirina binçavkirinê qebûl kir û biryara ku dosyayê careke din bişîne dozgeriyê da.    Biryara veşartî ya li ser dosyayê didome, kesên hatin binçavkirin careke din birin miduriyeta polîsan.