Walitiyê îşkenceya li Timoqê piştî 20 rojan red kir 2022-04-19 16:37:16   ÊLIH - Walitiya Êlihê, tevî wêneyên îşkenceyê û îfadeyên mexdûran, îşkenceya li gundê Timoqê piştî 20 rojan red kir û parast ku îdiayên îşkenceyê ji bo morale cendermeyan xera bibe ne.   Walitiya Êlihê têkildarî îşkenceya ku leşkeran li gundê Timoqê yê navçeya Hezo ya Êlihê li gundiyan kir piştî 20 rojan daxuyanî da. Walitiya Êlihê ku têkildarî îşkenceya li yek ji gundiyan Yahya Karabaş hatibû kirin 20 rojan bêdeng ma, tevî wêneyên îşkenceyê ev yek red kir û îdia kir ku îdiayên îşkenceyê ji bo moralê cendermeyan xera bibe tê kirin.    MEWZÛATA QANÛNÎ!   Walitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li herêma behsa wê tê kirin operasyon hatiye destpêkirin û bi awayekî hemwext bi ser mala kesên ku delîlên wan ên alîkariya rêxistinê hene biryara lêgerînê hatiye dayîn û îdia kir ku di çarçoveya mewzûata qanûnî de hatine binçavkirin.    Walitiyê di daxuyaniya xwe de behsa Yahya Karabaş ê leşkeran îşkence lêkiribû nekir û da zanîn k udi çarçoveya operasyonê de 3 kes bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “Madeyên xeternak bêdestûr li cem xwe digirin” hatine girtin. Walitiyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku operasyon didome.