Nobeta Edaletê ya li Wanê veguhestin pêş girtîgehê 2022-04-19 16:19:13   WAN - Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê veguhestin pêş Kampusa Girtîgehên Wanê. Malbatên ku astengkirina polîsan şermezar kirin, bi lêv kirin ku wê çalakiya xwe bidomînin.    Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin dane destpêkirin li pêş Kampusa Girtîgehên Wanê berdewam kir. TUHAY-DER, DBP, HDP, OHD, TÎHV, Odeya Tabîban a Wan û Colemêrgê û parlamentera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan jî di nav de piştgirî da malbatan. Destûr nehate dayîn ku malbatên cendermeyan dorpêçkirin daxuyaniyê bidin û destûr nehat dayîn ku rojnamevan bikevin qadê. Li ser destûr nehat dayîn malbatan daxuyanî li TÛHAY-DER’a Wanê da.    ‘NOBETA EDALETÊ WÊ BIDOME’   Hevseroka TUHAY-DER’a Wanê Edîbe Babûr ku di civîna çapemeniyê de axivî, bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da. Babûr, bi bîr xist ku tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûye û wiha got: “Îro li girtîgehan bi hezaran binpêkirinên mafan diqewimin û gelek girtî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest didin. Malbatên me jî ji bo ji binpêkirinên mafan ên girtîgehan re bêjin bes e hewl didin rojevekê ava bikin. Lê mixabin hêzên ewlehiyê vê asteng dikin û hewl didin êrişî dayikên me bikin. Nobeta edaletê ya malbatên me wê bidome. Em jî careke din ji vir dibêjin em li rex malbatên xwe ne.”