Malbatên Nobeta Edaletê: Bila çareseriyekê bo zarokên me bibînin 2022-04-19 14:47:49   AMED - Malbatên girtiyan di roja 155’an a çalakiya Nobeta Edaletê de bang li serokkomar û wezîrê edaletê kirin û xwestin ku bo zarokên wan çareseriyekê peyda bikin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 155’emîn de ber deriye Gîrtîgeha Tîpa D a Jinan a Amedê domiya. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Uca, parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun û endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di daxuyaniyê de amade bûn. Beşdar, ji hêla polîsan ve hatin dorpêçkirin.    Di daxuyaniyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler da zanîn ku ev 5 meh in ji bo berdana girtiyan û edaletê çalakiya xwe didomînin û bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Semîre Dîrekçî. Guler, da zanîn ku Dîrekçî li Girtîgeha Jinan a Tîpa D a Amedê tê ragirtin û wiha domand: “Bi penceşêra gurçikan ketiye. Hêviya me ji wezîrê edaletê, parlamenter û saziyên civaka sivîl ew e ku ji bo berdana girtiyên nexweş bikevin nava liv û tevgerê. Îşkence û êrişên li girtîgehan zêde bûne. Em, zext, zordarî û êrişên di demên dawî de zêde bûne şermezar dikin. Ji bo ku zextên li girtîgehan zêdetir nebin, em ê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    ÊDÎ BES E    Her wiha xwîşka girtiyê nexweş Hamdusena Ada, Reşahat Ada jî bi lêv kir ku wezîrê edaletê li hemberî çalakiyên tên domandin çav û guhên xwe girtiye. Ada, bertek nîşan da û wiha got: “Êdî bes e, zilma li ser serê zarokên me rakin. Ez duh çûm serdana birayê xwe. Ewqas zeîf bûne ku hestiyên wan li der bûn. Em tundî, zext û pêkanînên ser zarokê xwe qebûl nakin. Bila înfazên zarokên me ne şewitînin. Bila zarokên me bên tedawîkirin. Mehmet Ozkan ev çend sal in di girtîgehê de ye û nexweşiya wî giran e. Em dixwazin ku kesên mîna Ozkan bên berdan. Hezar û 650 girtiyên wekî wî hene. Hewceye demildest werin berdan.”    ‘ÇARESERIYEKÊ BO ZAROKÊN ME BIBÎNIN’   Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî da zanîn ku ji bo doza edaletê 5 meh in kom dibin û axaftina xwe wiha qedand: “Lê hêj gavek jî nehatiye avêtin. Bila êdî wezîrê edaletê û serokomar bo zarokên me çareseriyekî bibînin. Heke di dilê wan de rehm hebûya û xwedî wijdan bûna ev yek nedikirin. Mirov vê heqaret û zilmê li girtiyê nexweş û kal nake. Em dibejîn ku hewceye girtiyên nexweş demildest werin berdan. Bila werin tedawiyên xwe li mala xwe bibînin. Ji bilî vê em tiştekî naxwazin.”    Çalakî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Heq, hiqûq, edalet” berzkirin dawî bû.