Doza rojnamevan Hayrî Demîr taloq bû 2022-04-19 13:25:03   ENQERE - Daxwazên rojnamevan Hayrî Demîr ê bi 32 sal cezayê hepsê ku negirtî tê darizandin, dîsa hatin redkirin.    Rojnamevan Hayrî Demîr ji ber xebatên xwe yên rojnamevaniyê ku li Rojavayê Kurdistanê kiribû bi sûcdariyên wek “bi rêya çapemeniyê propaganda rêxistinê” û “endamtiya rêxistinê” tê darizandin. Danişîna 11’emîn a doza Demîr ku bi 32 sal cezayê hepsê tê darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 15’emîn hat lidarxistin.    Nûnerên Rêxistina Efûyê ya Navnetewî û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê û Demîr û parêzera xwe Nûray Ozdogan tevli danişînê bûn.    Danişînê bi tespîta nasnameyê dest pê kir. Her wiha belgeyên nû li dosyeyê hatine zêdekirin hatin xwendin. Di ewraqên hatin xwendin de hat diyarkirin ku kesek bi navê Hasan Şahîn li ser Demîr îfade daye.    Serokê dadgehê îfadeyên Şahîn ji Demîr pirsî. Demîr destnîşan kir ku ew cara yekem e navê kes dibihîze û haya wî ji îfadeyên Şahîn ku li dosyeyê hatine zêdekirin nîne û ji bo beyanên xwe eşkere bike dema zêde xwest.    GIRTEKÊN BI NAKOKΠ   Demîr anî ziman ku di îdianameya wî de sê girtekên cuda hene û xwest ev îfadeyên bi nakokî bên zelalkirin û delîlên di encama diziyê de ku gihîştine destê emniyetê têkildarî van materyalan şopa tiliyên Ozgur Hakkibulan ê navê wî di dosyeyê de derbas dibe û şopên tiliyên li mala wî û materyalên dîjîtal bînin ber hev. Demîr xwest ev kes wek şahid were guhdarîkirin.    Parêzer Nûray Ozdogan jî anî ziman ku materyalên di destê polîsan de di encama diziyê de hatin desteserkirin û ev lêpirsîna demek dirêje didome mafê darizandina adilane hatiye binpêkirin.    Dozger xwest daxwazên Demîr bên redkirin û ji bo materyalan ji nû ve nivîs ji emaneta edlî re binivîsine.    Dadgehê biryara xwe navberê eşkere kir û daxwazên Demîr red kir û danişînê taloqî 29’ê hezîranê kir.