Çapemeniya AKP’ê bû cara 8’an ku manşeta ‘operasyona dawî’ lê dike 2022-04-19 12:39:31   STENBOL - Tirkiyeyê di sala 2019’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyonê kiribû. Di nava van 3 salan de çapemeniya desthilatdariyê 7 caran manşeta “operasyona dawî” avêtin. Lê ev manşet ji bîr kirin û ji bo operasyona dawî dîsa heman manşet bi kar anîn.    Artêşa Tirkiyeyê di sala 2019’an de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest bi operasyonên berfireh kiribûn. Heta niha 7 caran ev operasyon bi sernavê “operasyona dawî” hatin pêşkêşkirin. Bi heman sernavî di 17’ê nîsanê de dest bi operasyoneke nû kirin lê ev operasyon bi windahiyên mezin dest pê kir. Şerê ku di encama dîplomasiya Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan de hatiye destpêkirin, bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tê domandin. Çavkaniyên Tirkiyeyê îdia kirin ku di şerê li derveyî sînor de tenê serpêlekî jiyana xwe ji dest da ye. Lê belê çavkaniyên ji herêmê dibêjin ku di pevçûnên heta niha de herî kêm 25 leşkeran jiyana xwe ji dest dane.    ÇAPEMENIYA DESTHILATDARIYÊ CARA 8’AN GOT ‘OPERASYONA DAWÎ’    Çapemeniya nêzî desthilatdariyê li rexekî şerê heyî her ku diçe sortir dike û li rexa din jî manşetên balkêş diavêje. Rojnameya Sabahê manşeta “Nifteya warên terorê hate şikandin” avêt û îdia kir ku operasyon bi mebesta darbeya “dawî” hatiye destpêkirin. Rojnameya Hurriyetê manşeta “Li dijî terorîstan nifteya Zapê”, rojnameya Yenî Şafakê manşeta “Pencê dawî” û rojnameya Mîlatê jî ev operasyon bi ser navê “Hedef: Paqijiya tam” dît.    OPERASYONÊN EWIL JI BÎR KIRIN   “Rojnameyên” ku şerê heyî bi keyfxweşiyeke mezin pêşwazî kirin, operasyonên ku di 28’ê gulana 2019’an heta niha 7 caran bi sernavên cuda hatine destpêkirin jî bi heman awayî şîrove kiribûn. Ji sala 2019’an heta sala 2021’an, di bin navê “Pence” yê de 7 operasyon hatin kirin. Rojek piştî destpêkirina operasyona ewil ku di 28’ê gulanê de dest pê kiribû, rojnameya Starê manşeta “Li dijî dilê PKK’ê pencekê mezin” avêtibû. Rojnameya Akşamê ji bo heman operasyonê manşeta “Li hêlîna terorîstan pence”, Mîlatê manşeta “Pencê şêran” û Guneşê jî manşeta “Hedef Qendîl e” avêtibûn. Di operasyonan de çekên kîmyewî hatin bikaranîn lê dîsa jî encamek nehat bidestxistin. Rojnameyên ku ev têkçûn dîtin, piştî manşetên roja destpêkê êdî ev “Serkeftina dawî” bi raya giştî dan jibîrkirin.    TÊKÇÛNA GAREYÊ    Yek ji mezintirîn operasyonên “Pence” yê, di 10’ê sibata 2021’an de bi navê “ “Tevgera Pencê Baz-2” hate kirin. Ev operasyon bi “têkçûna Gareyê” biencam bû. Di encama bikaranîna çekên kîmyewî de li Gareyê 13 polîs û leşkerên ku 6 sal bûn di destê PKK’ê de hatin kuştin. Gelê kurd jî ev encam wiha nirxand: “Êdî tu tiştek dê ne mîna beriya Gareyê û ne jî piştî wê be.”    ENCAMEK BI DEST NEXISTIN   Piştî têkçûna giran a artêşa Tirkiyeyê, di 23’yê nîsana 2021’an de vêcarê bi navê “Operasyonên Pence-Brûsk” li dijî herêmên Metîna, Avaşîn û Zapê operasyoneke nû hate destpêkirin. Rojnameyên desthilatdariyê derheqê encamên operasyonê û windahiyên artêşa Tirkiyeyê ya di operasyonê de tu nûçe neweşandin. Her wiha Wezareta Parastinê jî tu agahiyên baş parve nekirin. Niha li dijî heman herêman dîsa operasyon hate destpêkirin û ev operasyon jî weke xebata ji bo hilbijartinê tê nirxandin.    SOYLU JÎ GOTIBÛ DAWÎ YE   Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyeyê Suleyman Soylu ku navê wî bi tiryak, mafya û sûcên krîmînal tê zanîn, di 2’yê mijdara 2016’an de li Sakaryayê wiha gotibû: “Xwedê şahide ku dê êdî kesek nekare navê PKK’ê bibêje. Ev, soza me ya şerefê ya bo gelê me ye.” Piştî vê axaftinê jî Soylu gelek caran got “Em ê PKK’ê tune bikin.” Heman gotin û helwest gelek caran ji hêla rojnameyan ve jî di manşetan de hate bikaranîn. Bendewariyên ji şerê ku her carê weke “darbeya dawî” tên pêşkeşkirin, her carê jî vala derketin.