Xelkê Amedê: Divê PDK dev ji xiyanetê berde û bi gelê xwe re be 2022-04-19 09:16:38 AMED - Xelkê Amedê bertek nîşanî hevkariya PDK’ê ya di êrişa li dijî Başûr a bi Tirkiyeyê re da û gotin ku divê PDK dev ji “xiyanetê” berde û bi gelê xwe re tevbigere.  Bi ragihandina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusî Akar re, di şeva 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya hewayî û bejahî hate destpêkirin. Ya herî balkêş ev e ku beriya vê operasyona nû di 15'ê nîsanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kiribû. Tirkiye operasyona heyî bi tevlibûna PDK'ê dike. Niha li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê şerekî dijwar heye û hat zanîn ku PDK’ê jî hêzeke mezin veguhest derdora Şêladizê û Dêrelokê yên li çiyayê Kurêjaro. Gelê Amedê têkildarî operasyona Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Başûr tê kirin bi ajansa me re axivîn.    ÇI XÊRA PDK’Ê JI GEL RE NÎNE   Yek ji şeniyên Amedê Mesut Koçer, PDK weke “sîxûrê di nava gelê kurd de” destnîşan kir û wiha got: “PDK kengî bê Tirkiyeyê û bi serokkomar re hevdîtinê bike, çawa ku vedigere dest bi planên îxanetê dike. Di hevdîtinên Tirkiye-PDK’ê de her tim planên qirêjî derdikevin holê. Çi xêra wan ji gel re tune ye. Barzanî kengî bê Tirkiyeyê û vegere, şer dest pê dike. Xayîn her xayîne û dev ji xayîntiya xwe bernade. Sedema xiyaneta desthilatdariya PDK’ê ew e ku bi mejiyê eşîrane hatiye awakirin. Demên berê heya naha, dîroka PDKê ser îxanetê ve derbas buye û îxanetên mezin gelê xwe dike. Ez bang li gelê başûr dikim, bila kes êdî baweriya xwe bi desthilata PDK neyîne.”   ‘PDK DÊ TÊK BIÇE’   Ji welatiyan Îbrahîm Taşer jî bertek nîşanî bêdengiya gel a li hemberî êrişên Tirkiyeyê da û wiha domand: “Li xaka kurdan şer heye û mirov tên qetilkirin. Lê hemû kes li hemberî vê zilm û komkujiyan bêdeng e. PDK xiyanetê dike. Balafirê bi alîkariya wê radibin û herêmên Başûr bombebaran dike. Heke ne ji xiyaneta wan bûya, van balafiran nedikariyan Başûr bombebaran bikin. Bi van pêkanînên xwe xiyanetê li destkeftiyên kurdan dike. Ev partiyekî xwe firoşe. Bila êdî PDK ji vê xeletiya xwe vegere û piştgiriyê bide gelê xwe. Heke PDK wiha bidomîne dê têk biçe. Divê gelê Başûr li dijî vê îxanetê qebûl neke û rabe ser pêyan.”    ‘DIVÊ GELÊ BAŞÛR RABE SER PÊYAN’   Welatiyê bi navê Haci Polat jî got ku rayedarên Herêma Federal a Kurdistanê di hevdîtinên xwe yên bi Tirkiyeyê re de cih û warên gelê kurd nîşanî wan dayîne û wiha domand: “Em vê pêkanînê qebûl nakin û şermezar dikin. PDK xeletiyeke mezin û birakujiyê dike. Xelkê Başûr ji bo karên vala dide kuştin. PDK ji bo pereyan xiyanetê dike. Divê êdî dev ji van xeletiyan berde û xwînê nerijîne. PDK rê dide wan û ew jî herêmên kurdan bombebaran dikin. Divê gelê Başûr li dijî PDK’ê rabe ser pêyan û bibêje; ‘em vê yekê qebûl nakin.’ Gelê Başûr didin qetilkirin. Ev, xwînxwarin û hikûmeta PDK'ê xwîna gelê xwe vedixwe. PDK’ê bi Tirkiyeyê re li hev kiriye û diçe gelê kurd dikuje.”    ‘EV ÎXANETE’   Têkildarî mijarê ciwanê bi navê Mehmet Taş jî di serî de êrişên bi hevkariya PDK’ê têne kirin şermezar kir û berteka xwe wiha nişan da: “Ev şirîkatî nayê qebûlkirin. Nayê qebûlkirin ku partiyeke ji xwe re dibêje kurd, êrişî partiyeke din a kurd bike. Diçin bi dijmin re li hev dikin û piştre jî tên me dikujin. Em qebûl nakin ku kesekê bi dijmin re li hev dike ji xwe re bibêje ez partiyeke kurd im. Divê PDK bi dijmin re nebe yek û nebe şirîkê zilmê. Yên dibin şirîkên zilmê, ji me nînin. Divê hemû kes di vê pêvajoyê de cihê xwe diyar bike. Em li dijî sekna PDK’ê ne. Divê di zûtirin dem de ji vê xeletiya xwe vegerin. Her ciwanekê kurd ê hinek mejî di serî de heyî divê li dijî van operasyonan derkeve.”    BARZANÎ DESKEFTIYÊN KURDAN DIXE TALÛKEYÊ   Ciwanê bi navê Ahmet Dag jî anî ziman ku PDK dixwaze destkeftiyên gelê Başûr têk bibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dê ciwanên kurd van polîtîkayên şaş qebûl nekin. Divê em li dijî van êrişan bisekinin. Bi rûniştin û temaşekirinê tiştek naçe serî. Tişta ku Barzanî dike, xiyanet e. Ji bo berjewendî û pereyan hemû destkeftiyên gelê kurd têxe talûkeyê. Naxwazin gelê kurd bijî.”    YA KU PDK DIKE ZILM E   Herî dawî jî şeniye bi navê Mûrat Varoglu axivî û ev tişt anî ziman: “PDK bi navê xwe yê rast ‘DAIŞ’e û hevkarê dewleta tirk e. Tişta ku PDK tîne serê gelê kurd zilm e. Malbata Barzanî ji berê ve bêbext e. Bi gelê xwe re dilsoz nîne. Bi hezar sal jî derbas bibin keramet ji PDK’ê çênabe. Kesên xwe difiroşin, her tim bi ya xwe dikin û dev ji vê fêhla xwe bernadin.”