ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2022'YAN 2022-04-19 09:00:52 * Parlamenterê HDP'ê Îmam Taşçier anî ziman ku mîmarê dîwarê ku li Şengalê tê çêkirin PDK yê û got: “Tu cudahiya vî dîwarî û dîwarê ku Tirkiyeyê li ser sînorê Rojavayê Kurdisanê çêkiriye ji hev tune ye. Bi çêkirina vî dîwarî tê xwestin ku Şengal bê dargikirin."   Xelkê Amedê bertek nîşanî operasyonên bi şirîkatiya Tirkiyeyê û PDK'ê ve li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin da û gotin: “Dîroka PDK'ê bi xiyanetê tije ye û xiyanetên mezin li gelê xwe xwe dike.”   * Endama RJAK'ê Jîno Reşîd, bi lêv kir ku li Herêma Kurdistanê di kuştina her jinekê de tiliya hikûmetê heye û wiha got: “Ji ber ku ev kujer nayên cezakirin. Ji bo ku gilî nekin, gefan li malbatên jinên hatine qetilkirin dixwin. Êdî ev der ji bo jinan welatekî bi ewle nîne.”    * Cenazeyên endamên HPG'ê û YJA STAR'ê ji aliyê Tirkiyeyê û PDK'ê ve radestî malbatan nayên kirin. Malbatên ku ji çar aliyên Kurdistanê bi salane li benda cenazeyên zarokên xwe ne gotin: "Ev tişta ku tê kirin, ne însanî ye û ne jî wîjdanî ye.”     * Gelê Amedê bertek nîşanî serdegirtin û binçavkirinên demên dawî dan û wiha gotin: “Ev kiryarên dewletê, nîşaneya dijminatiya dewletê ya li hemberî gelê kurd e. Dewlet, bi van kiryaran dixwaze gelê kurd bêvîn bihêle.”   * Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz diyar kir ku çavkaniya pirsgirêkên li welêt polîtîkaya tecrîdê ye û got: "Wê polîtîkaya şer çi li vî welatî zêde bike? Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."    * Derket holê ku projeya rêveberiya qeyûm a Mêrdînê ku bi bihayê 7 milyon û 564 hezar lîreyan çêkiribû lê hêj ne ketî meriyetê daweşiyayî de kevirên nebaş û erzan hatine bikaranîn.    * Siyasetmedarê rojhilatî Abdûllah Hîcab, anî ziman ku operasyona derveyî sînor a bi şirîkatiya AKP-PDK'ê li ser asasê qirkirina kurdan hatiye sêwirandin û got: "PDK zirarê dide destkeftiyên kurdan."    * Selman Buyuktop ku li Girtîgeha Çorûm a Tîpa L'yê îşkence lê hatiye kirin û lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin, 46 roj in di hucreyê de ye.   * Suleyman Acûn ku ji Girtîgeha Odemîş a Îzmîrê ya Tîpa T'yê sewqî Girtîgeha Alanya ya Tîpa L'yê hatiye kirin, ji ber ku li ber ferzkirina lêgerîna tazî rabûye îşkence lê hatiye kirin.    * Li Meletiyê hilberînerên mişmişan bandor ji sermayê girtin. Cotkaran xwest herêm wekî "Herêma Afetê" bê îlankirin û deynên wan bê faîz bên taloqkirin.    * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 407'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Qetlîama Konyayê dê li Dadgeha Cezayê Giran a Konyayê ya 4'emîn bê lidarxistin. (09.00)     * Danişîna doza derbarê mirina Şimoni Diril de hatiye vekirin dê li Dadgeha Şirnexê bê lidarxistin. (10.00)   * Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP'ê Feleknas Uca û nunerên rêxistinên sivîl têkildarî şerê li dijî Başûrê Kurdistanê hatiye destpêkirin li avahiya DPB'a Amedê daxuyanî bidin. (11.00) ZINDÎ   * Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê rapora binpêkirinên mafan a derbarê jinan de ku aydê sala 2021'an e dê li avahiya xwe eşkere bike. (12.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin dê li Amed, Wan û Îzmîrê berdewam bike. (12.30-16.00)   * MHP, HDP û CHP dê li Meclisê komcivînên xwe li dar bixin. (10.45/12.45/13.30)   * Danişîna doza derbarê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan de hatiye vekirin dê li Dadgeha Enqereyê bê lidarxistin. (14.00)   * Komîsyona Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP'ê û grûba hiqûqnas a "Em HDP'ê diparêzin" dê parastina derbarê doza girtina HDP'ê de pêşkêşî AYM'ê bikin û pişt re li ber AYM'ê daxuyanî bidin. (16.00)