HDP’ê bersiva Kiliçdaroglu da: Gelo çareseriya te ev e? 2022-04-19 08:34:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay bertek nîşanî Serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu yê ku piştgirî da şerê li dijî Herêma Kurdistanê û wiha got: “Gelo çareseriya we ya ji bo pirsgirêka kurd ev e?”   Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistan (PDK) duh operasyonek nû li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê da destpêkirin. Şerên giran di navbera leşkerên tirk û endamên HPG’ê de diqewime. Şer di roja duyemîn de berdewam dike.   Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê şerê ku hatiye destpêkirin wek “Şerê ku desthilatdarî emrê xwe dirêj bike ye, yên bêdeng bimînin jî şirîkê vî sûcî ye” pênase kir.    KILIÇDAROGLU PIŞTGIRÎ DA ERDOGAN    Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî piştgiriya xwe ya ji bo polîtîkayên şer ên AKP’ê li ser Twitterê ragihand û vê peyamê parve kir: “Li bakurê Iraqê di operasyona Pençe-Kilit ku tê birêvebirin, duyaên me j bo artêşa me ya leheng e. Xwedê di vê meha pîroz de tiştek neyne serê leşkerên me.”    BERDEVKA HDP’Ê: ÇARESERIYA TE EV E?    Berdekva HDP’ê Ebrû Gunay bersiva peyama Kiliçdaroglu da û piştgiriya wî ya ji bo şer rexne kir. Gunay li ser hesabê xwe yê Twitterê vê peyamê belav kir: “Erdogan li ser dijminatiya kurdan dixwaze hemû muxalefetê bîne yek hîzayê. Bi vî şerî dixwaze hemû kirinên xwe rewa bike. Ka li berteka ku lîderê muxalefetê daye binêrin? Gelo çareseriya we ya ji bo pirsgirêka kurd ev e?   Çareseriya pirsgirêka kurd û siberoja demokratîk a Tirkiyê bi mirin û kuştinê nayê kirin. Ya herî pîroz ew e ku mirov di vê meha pîroz a Remezanê de nehêle kes bê kuştin, li şûna mirinê meriv wan bide jiyandin û parastina çareseriyê ye.”    Erdoğan Kürt düşmanlığı üzerinden tüm muhalefeti hizaya getirmek istiyor. Bu savaş ile tüm yaptıklarına meşruiyet sağlamaya çalışıyor. Muhalefet liderinin verdiği tepkiye bakar mısınız? Sizin Kürt sorununa çözümünüz bu mu? pic.twitter.com/3B6GVbdGUf — Ebru Günay (@av_ebrugunay) April 18, 2022