Li Pirsûsê gengeşiya DEDAŞ’ê: 2 kes hatin binçavkirin 2022-04-18 13:41:09   RIHA - Li navçeya Pirsûsê şêniyên taxê bertek nîşanî birina saetên ceyranê ya ser dîrekan dan. Li ser vê yekê polîsan bi gaza îsotê û TOMA’yan êrişî şêniyên taxê kir û 2 kes binçav kirin.    Li navçeya Pirsûsa Rihayê tîmên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) xwestin saetên ceyranê bibin ser dîrekan. Ev yek bû sedemê gengeşiyê. Tîmên DEDAŞ’ê ku ji bo saetên ceyranê bibin ser dîrekan di saetên serê sibê de li Taxa Bariş dest bi xebatan kirin, ji aliyê şêniyên taxê ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê tîmên DEDAŞ’ê bang li polîsan kirin û ew gazî taxê kirin. Polîsên ku tax bi wesayîtên zirxî dorpêç kirin bi hêceta ku “xebat astengkirine” jin û zarok jî di nav de bi gaza îsotê û TOMA’yê êrişê şêniyên taxê kirin. Di êrişê de 4 kes bi gaza îsotê birîndar bûn û 2 kes jî hatin binçavkirin.    Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin, birine Miduriyeta Polîsan a Pirsûsê. Gengeşiya ku bi êrişa polîsan dest pê kir, di nava kolanên taxê de berdewam dike.