Bi stickeran bal kişandin ser tecrîd û zextên li girtîgehan 2022-04-18 13:28:45     EDENE - Meclisa Ciwanan a HDP’a Edeneyê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan li ser derî û dîwaran stickeran zeliqandin.    Meclisa Ciwanan a HDP’a Edeneyê bi xebata stickeran bal kişand ser tecrîdê û rewşa girtiyên nexweş û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan. Ciwanan li taxa Gulbahçeya navçeya Seyhana Edeneyê stickerên bi nivîsa “Bila Aysel Tugluk bê berdan, ji girtiyên nexweş re azadî”, “Girtiyên nexweş rûmeta me ne”, “Ciwan dê tecrîdê û faşîzmê hilweşîne, siberojên azad ava bikin” û “Em tecrîdê bişikînin û faşîzmê hilweşînin” li ser derî û dîwaran zeliqandin.