Li gorî Konjonkturê dozê vekirine 2022-04-18 12:50:00 MÊRSÎN - Li gorî "nîşeya agahiyê" ku di dosyaya Parêzer Mehmet Altûntaş de hatiye jibîrkirin, lêpirsîna derbarê wî de li gorî konjukturê teşe girtî ye. ku di sala 2011'an de dest pê kiriye û piştre bi guhdarkirinên telefonê û binçavkirin berdewam kiriye û di sala 2021'an de doz lê hatiye vekirin de   Serdozgeriya Komarê ya Edenê, di sala 2011'an de derbarê Parêzer Mehmet Altûntaş de bi angaşta "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" lêpirsîn daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji sala 2011'an heta heta sala 2014'an telefona wî hatiye guhdarîkirin û di 12'ê adara 2014'an de dosyaya wî ya lêpirsînê bi biryara bêrayetiyê ji Sefdozgeriya Komarê ya Mêrsînê re hatiye şandin. Di 24'ê mijdara 2015'an Altûntaş ji dosyayê hat binçavkirin. Di sala 2017'an de derbarê Altûş de ji "endamtiya rêxistinê" biryara neşopandinê hat dayîn û di ji sûcê "propagandaya rêxistinê" jî beraet kir.    DOZGERIYÊ 3 CARAN ÎTÎRAZ KIRIYE   Serdozgeria Komarê ya Mersînê, li dijî biryara neşopandinê derket û 3 caran xwest ku biryara neşopandinê bê rakirin. Di encama israra serdozgeriyê de 3'yemîn Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Mersînê di 15'ê îlona 2021'an de biryara neşopandinê ya derbarê Altûntaş de rakir. Li ser vê derbarê Altûntaş de dozname hat amadekirin û ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê ve hat qebûlkirin. Wê danişîna yekemîn a doza ku hat vekirin wê di 22'ê nîsanê de ji aliyê heman dadgehê ve bê dîtin.    DOZA LI GORÎ KONJOKTURÊ   Parêzerên Altûntaş di ser ÛYAP'ê de xwe gihandin belgenameyên di dosyayê de. Di dosyayê de derket holê ku operasyon bi nîşeya agahiyê ya bêîmze ya Miduriyeta Şaxa TEM'ê ya Mêrsînê hatiye destpêkirin. Dîsa li gorî nîşeya agahiyê ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye nivîsandin, li gorî konjoktura welat doz hatiye vekirin.    MA / Selman Guzelyuz