Dayika Ferhan Yilmaz: Kurê min hate kuştin 2022-04-18 12:27:46   ÊLIH - Dayika Ferhan Yilmaz, Sabriye Yilmaz diyar kir ku ew di roja çarşemê de bi kurê xwe re axivî bû û wiha got: “Lê di roja şemiyê de darbesta wî derket. Kurê min xwe nekuşt. Kurê min hate kuştin.”    Li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvriyê 60 gardiyanan bi ser qawîşa girtiyan de girtibû û îşkence lê kiribûn. Di encama îşkenceyê de girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz hatibû qetilkirin. Dîmenên îşkenceya li Yilmaz hatiye kirin derketibûn holê û hêj jî di rojevê de ne. Li gel ku dîmenên îşkenceyê derketibûn û malbatê qala îşkenceyê kiribû jî rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Yilmaz ji ber “krîza dil” jiyana xwe ji dest da ye. Di girteka mirinê ya nexweşxaneyê de jî sedema mirina Yilmaz weke “nexweşiya şewbê” hatibû destnîşankirin. Dozgerî ku derheqê îşkenceyê de tiştek negot, nûçeyên têkildarî mijarê hedef girt. Berevajî gotinên rayedaran, malbata Yilmaz ji destpêkê heta niha diyar dike ku kurê wan hatiye kuştin. Dayika Yilmaz, Sabriye Yilmaz (60) bûyera heyî û serpêhatiya xwe ya koçberiyê bi ajansa me re parve kir.      ‘GUNDÊ ME HATE ŞEWITANDIN’   Yilmaz, di axaftina xwe de gelek caran xwest ku berpirsyarên mirina kurê wê bên darizandin û da zanîn ku dê dev ji vê bûyerê bernedin. Malbata Yilmaz, li gundê Tanze yê Sason a Êlihê dijiya û piştî ku di sala 1994’an de gundê wan hatî şewitandin, koçî Stenbolê bûn. Yilmaz, qala wan rojan kir û wiha got: “Jiyana me ya li gund xweş derbas dibû lê gundê me şewitandin. Tu derfetên me nemabûn lewma neçarî koçberiyê bûn. Bi salan em di jêrzemînan de jiyan. Zarokên me rojên zor û zehmet derbas kirin. Em xizan bûn û li Stenbolê jî me rojeke xweş derbas nekir. Birçitî, xizanî, hejarî, me her tiştek dît. Em li derve bûn, xizan bûn û li bajarekî cuda bûn. Min dixwest li bajarê xwe bijîm lê nebû. Tu tiştek di destê me de nema. Her tişt şewitandin. Mereq û kedera min, xaka min bû.”    ‘TÊM ÎŞKENCEKIRIN’   Bi domdarî Yilmaz da zanîn ku di nava 4 salan de zexta li ser kurê wê qet xelas nebûbû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kurê min digot; ‘têm îşkencekirin. Tî û birçî têm hiştin.’ Nedihiştin ku em pêdiviyên wî bişînin girtîgehê. Rehetî nedidan ber kurê min. Raste rast îşkence dikirin. Dema çûyîm hevdîtina wî, ji min re got ku rewşa wî baş nîne û dixwaze qawîşa xwe biguherîne. Lê neguherandin.”   ‘KURÊ MIN KUŞTIN’   Di berdewamê de Yilmaz destnîşan kir ku beriya mirinê, kurê wê lê geriya bû û ev hûrgilî parve kirin: “Ferhan ji min re got ku hevdîtina vekirî heye û xwest ez biçim serdana wî. Lê ez nexweşa şekirê me lewma min nekarî biçim serdanê. Piştre xwest ku bidîmen biaxive. Lê înterneta min tune bû lewma min nekarî pê re biaxivim. Du roj mabûn ku dê kurê min bihata berdanê. Lê kurê min kuştin.”    CENAZE NÎŞAN NEDAN    Yilmaz, bi lêv kir ku piştî agahiya mirinê kurê xwe çûye nexweşxaneyê û ew kêlî wiha vegot: “Lê li nexweşxaneyê cenazeyê wî nîşanî min nedan. Kurê min, ji min veşartin. Ji ewil gotin; ‘krîza dil derbas kiriye.’ Ji bo ku meseleyê fêm bikim, min bangî kurê xwe yê mezin kir. Me telefon kir lê gotin ku divê em li wan negerin. Ji me re gotin; ‘herin girtîgehê.’ Lê dema em çûyîn wê derê jî tiştek ji me re nehate gotin û cenaze nîşanî me nedan. Min cenazeye kurê xwe nedît. Gelek leşker û polîs li pêşiya girtîgehê hebûn. Kesekê din jî li pêşiya nexweşxaneyê hebû û gotin; ‘krîza dil derbas kiriye.’ Baş e 2 kes çawa krîza dil derbas dikin? Ji bo dîtina cenaze em bi saetan sekinîn lê nîşanî me nedan.”    ‘ÎNTÎHAR NEKIR, EW KUŞTIN’   Têkildarî îdiayên girtîgehê ku digotin; “krîza dil derbas kiriye” jî Yilmaz ev tişt anî ziman: “Ez van îdiayan qebûl nakim. Kurê min întîhar nekir. Li ser tevahiya laşê wî birîn hebûn. Ew kuştin. Krîza dil derbas nekir. Ji pozê wî heta devê wî, her devera wî şikandine. Ruh di kurê min de nehiştibûn û her devera wî teqandibûn. Kurê min 4 salan li girtîgehê hate îşkencekirin. Girtîgehê ew kuşt ne kesekê din. Di roja çarşemê de bi wî re axivîm. Di roja şemiyê de jî cenazeyê wî hat. Dewlet çima li me negeriya û serxweşî neda? Em jî li vê dewletê dijîn. Çima tiştekî wiha negotin? Malbatên tevahiya girtiyên li wê girtîgehê niha bifikarin.”    ‘EZ Ê HEQÊ ZAROKÊ XWE BIXWAZIM’   Dayik Sabriye Yilmaz got ku ew tenê heqê zarokê xwe dixwaze û axaftina xwe wiha qedand: “Zarokê me li ber çavên me tune kirin. Xwedê heqê me li gel wan nehêle. Kê kurê min kuştibe bila aşkere bikin. Hêvîdarim kê kurê min xistibe vî hatlî ew bi xwe jî bikeve heman halî. Zarokê min mir bila qet nebe zarokên kesekê din nemire. Heta mirinê jî ez ê dev ji dozê bernedim. Ez ê doza kurê xwe bidomînim û heqê wî bixwazim.”    MA / Fethî Balaman - Eylem Akdag