Bi hevkariya AKP-PDK'ê operasyoneke nû dest pê kir 2022-04-18 11:44:42 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hevkariya AKP-PDK'ê li Herêma Kurdistranê operasyoneke nû hat destpêkirin. TSK'ê bi êrişên hewayî û PDK'ê jî bi sewqiyata leşkerî dest bi operasyonê kir. Wezîrê Parastinê Hûlûsî Akar, ragihand ku li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêma Kurdistanê operasyona hatiye destpêkirin. Akar ku encama bidawîkirina operasyona di 23'ê nîsana 2021'an de li dijî heman herêman hatibû destpêkirin bi raya giştî re ranegihand, diyar kir ku bi hewayî û bejahî ve operasyoneke nû hatiye destpêkirin. Balkêş e beriya vê operasyona nû di 15'ê nîsanê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan û Musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan re hevdîtin kiribû.    SEWQÎYETA PDK'Ê    Piştî daxuyaniya ku ji aliyê Akar ve hat dayîn, li dijî Metîna, Zap ve Avaşînê êrişên hewayî pêk hatin. PDK'ê tevlî operasyon dibe, dema ku êrişên hewayî pêk hatin wê jî hêzên xwe yên taybet sewqî herêma operasyonê kir.    LI KURÊJARO ŞER   Piştî êrişên hewayî li derdora çiyayê Kurêjaro di navbera Artêşa Tirk û HPG'iyan de şer derket. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, piştî ku şer dijwar bûye PDK'ê hêzên xwe xistiye derdora Şêladizê û Dêrelokê yên li çiyayê Kurêjaro.    OPERASYONA LI SER OPERASYNÊ!   Tirkiye, di 23'ê nîsana 2021'an de li dijî Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke hewayî û bejahî kiribû. Ji ber ku di operasyonê de bi peş ve neçûbû Tirkiyeyê, cerdevan û hêzên taybet ên girêdayî PDK'ê tev li operasyonê kiribû. Her wiha Tiriyeyê di demên pêş de komên mîlîter ên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) û pêşmergeyên Roj jî tevlî operasyonê kiribû. Ji ber ku ji operasyona ku salek e berdewam dike encam negirt. Tirkiyeyê vê carê bi tevlîbûna PDK'ê dest bi operasyoneke nû kir.