‘Dozger ji bo girtina Karabaş sûc afirand’ 2022-04-18 11:32:57   ÊLIH - Yunus Bagiş ê parêzeriya Yahya Karabaş ku îşkence lê hat kirin û di binçavkirina sêyemîn de hat girtin, diyar kir ku dozgerî ketiye nava hewldana sûcekî bixe stûyê miwekîlê wî.   Li gundê Timoq ê bi ser naçveya Hezo ya Êlihê ve di 31’ê adarê de 15 kes ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan Yahya Karabaş bi îşkenceyê re rûbirû mabû. Leşkeran kîs xistibû serê Karabaş û 4 rojan îşkence lê kiribûn. Piştî 4 rojan hat berdan û xwestibû rapora îşkenceyê werbigire lê rapor nedabûnê.    GUND HÊ DORPÊÇKIRÎ YE    Gundê Timoq ku ji 29’ê adarê ve dorpêçkirî ye hêj ketin û derketina gund qedexe ye. Karabaş di cara duyem hat binçavkirin û berdan. Herî dawî Karabaş di 15’ê nîsanê de hat binçavkirin û vê carê dadgehê bi îdiaya “çeka bêrûhsat li mala wî hatiye girtin”, “madeyên teqemeniyê hebûne û temîn kiriye” û “endamtiya rêxistinê” biryara girtina wî da.    Rêveberê ÎHD’a Êlihê Yunus Bagiş ê ku parêzeriya Karabaş dike derbarê girtina miwekîlê xwe de ji ajansa me re axivî. Bagiş anî ziman ku miwekîlê wî bi îşkenceyek giran re rûbirû maye û tevî mexdûr e jî bi îdiayên bêbingeh û delîlên şênber nebûne jî hatiye girtin.    DELÎL TUNE YE    Bagiş da zanîn ku dozgeriyê di girtina Karabaş de bi israr tevgeriyaye û wiha got: “Dozgeriyê bi înad û israr dixwaze delîliyê ji ‘endamtiya rêxistinê’ re derxe. Li gorî Qanûna Muhakeme ya Ceza (CMK) heke delîlek hebe kesek tê darizandin. Yanî li ser delîl dikarin bersûc bidarizînin. Lêbelê dozgerî dixwaze di li vir bi gumanbar xwe bigihîne delîlan. Ev rewşek li dijî qanûnan e. Dema meriv van hemûyan tîne gel hev, dozgerî dixwaze bi israr delîlan çêke. Di binçavkirina ewil de jî û di binçavkirina sêyemîn de jî delîl tune bûn.”   ‘DOZGERIYÊ SÛC AFIRAND’    Bagiş anî ziman ku dozgerî ketiye nava hewldana ku ji sîlehek kevn a 46 metre dûrî mala Karabaş hatiye dîtin 3 sûcên cuda hilberîne û got: “Ji bo ku ev kes were darizandin û ceza bigire, divê delîlên şênber hebin. Ji bo vê dosyeyê tu delîliyek ‘endamtiya rêxistinê’ çêbike tune ye. Kes ji mala xwe ango ji baxçeyê xwe berpirsiyar e. Kesek ji materyalek ku nayê zanîn ji aliyê kî ve danîne wir û bi çi armancê danîne wir nabe were girtin û bibe berpirsiyarê wê. Dozger bi awayek dijhiqûqî tevgeriya û xwest Karabaş bê girtin.”    ÎŞKENCEYÊ NAXIN BER LÊPIRSÎNÊ    Bagiş diyar kir ku wan têkildarî îşkenceya li Karabaş hatiye kirin di 11’ê nîsanê de li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê gilî kirine û heta niha derbarê gilîkirina wan de tu bersiv nehatiye dayîn. Bagiş destnîşan kir ku wek her carê dixwazin ser vê dosyeya îşkenceyê jî girtî bê hiştin û ev yek jî polîtîkaya bêcehiştinê bi xwe re tîne û îşkenceya li welatî hatiye kirin naxin ber lêpirsînê.    ‘LI GUND TIŞTEK TÊ VEŞARTIN’    Bagiş da zanîn ku bêyî ew xwîna li ser çavê Karabaş rabe û baş bibe hatiye girtin û ew ê li dijî girtinê îtîraz bikin. Bagiş anî ziman ku ew derbarê gund de jî ji ber ketin û derketina gund qedexe ye nikarin tu agahî b bigirin, ev yek jî nîşan dide ku li gund tiştek tê veşartin û heke ketina gund serbest bibe dê biçin raporek amade bikin û bi raya giştî re parve bikin.    MA / Fethî Balaban - Eylem Akdag